‘Em ê bêdeng nemînin’ 2021-08-02 19:39:29   MÊRDÎN - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Qosera Mêrdînê derbarê komkujiya Konyayê  li qada Azadiyê ya  Qoserê di bin ablukaya bi sedan polîsan de daxuyaniya çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de wan anî ziman ku ew ê  bêdeng nemînin.     Platforma Ked û Demokrasiyê ya Qosera Mêrdînê derbarê komkujiya Konyayê pêkhatiye li qada Azadiyê ya  Qoserê di bin ablukaya bi sedan polîsan de daxuyaniya çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de penqerta ku li ser “Ji Bo Jiyanek Hevpar, Ji Nîjadperestiyê re rê Tune Ye” rakirin û dirûşmên “Wê Kurdistan Ji Bo Faşîstan Bibe Goristan”, “Şehît Namirin”,  “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin. Rêxistina Partiya  Herêmên Demokratîk (DBP) û rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê, Meclîsa Dayikên Aştiyê û endamên Platforma Ked û Demokrasiyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyaniya Çapemeniyê li ser navê Platformê Zekî Tekîn xwend.     ‘Em di çembera agir de ne’    Di destpêka daxuyaniyê de komkujiya Konyayê hat bibîranîn û hat diyar kirin ku faîlên buyerê yên ku kurdan dikin hedef in û wiha berdewam kir: “Em ji çar hawîrdoran di nava agir de ne. Li aliyekî daristanên me, li aliyekî komkujiyên komî, kesên nîjadperest li ser kudan êriş pêk tînin. Ev êrişane ne nû ne û hêdî hêdî planên xwe yên qeyranên mezintir dixin meriyete. Êriş û nîjadperestiya li dijî kurdan ketiye rewşek sîstemantîk. İqtidar hemû derfetên xwe ji bo vê yekê dide bikaranîn. Gel bi nûçe, gotin  û kiryarên xwe re tije dikin. Ev jî bê guman ji qetlîamên weke qetlîama Konyayê re bingeh ava dike.”    ‘Em qetlîamê şermezar dikin’    Herî dawî di daxuyaniyê de bal  kişandin  ser hewildanên nixumandina bûyerê û wiha gotin: “Kujer û piştgirên wan bi hêncetên weke bûyerek nav malbatî hebû re hewildidin ku qetlîama kirine binixumînin. Em bi van kiryarên wan re jî digihên wê qeneetê ku ew ê tucarî di aliyê pirsgirêka kurd de gav neavêjin. Em carek din qetlîma Konyayê û êrişên li dijî kurdan pêk tên şermezar dikin.”    Herî dawî çalekiya rûniştinê hat lidarxistin û çalakî bi dirûşmên “Wê Kurdistan Ji Bo Faşîstan Bibe Goristan”, “Şehît Namirin”,  “Jin Jiyan Azadî” re bi dawî bû.