Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Colemêrgê: Têkane rê têkoşîne 2021-08-02 16:50:35   COLEMÊRG - Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Colemêrgê qetlîama Konyayê bi çalakiyekî şermezar kir. Parlamenter Ayşe Acar Başaran, di çalakiyê de diyar kir ku li dijî polîtîkayên qirêj tekane rê têkoşîne.    Endamên Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê derbarê komkujiya Konyayê pêk hatî û bûyerên ku li Colêrgê qewîne de daxuyaniyek dan çapemeniyê. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê parlament Ayşe Acar Başaran, parlamendera Mûşê Şevîn Coşkun, hevserokên HDP'ê yên bajar û navçeyan, endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê, nûnera Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a şaxa Colemêrgê Harîka Gunay Karataş û gelek endamên HDP'ê tevlî daxuyaniyê bûn. Girseya ku li kolanê kombûn bi dirûşma "Jin jiyan azadî" ber bi avahiya HDP'ê ya bajêr ve meşiyan. Avahiya partiyê ji hêla bi sedan polîsan ve hat dorpêçkirin.    Daxuyanî ji hêla Ayşe Acar Başaran ve hat dayîn. Ayşe wiha got: "Jin tên kuştin, êrîşa zayendî ya li hemberî zarokan hêj didome, bûyerên lîncê didomin û di nav malekî de 7 kes tên kuştin. Lê emniyet zehmet nake wan pirsgirêkan bibîne û sûcdaran bigire. Lê çalakiya me asteng dike. Ev tişt çiye gelo? Hûn çima derketina rastiyê ditirsin? Hûn çi verişêrin û naxwazin bê vegotin? Li vî bajarî û navçeyên vî bajarî de bi taybetî hemû derên Kurdistanê tecawiz wekî amûrekî şer tê bikaranîn."   Ayşe dorpêçkirina avahiya HDP'ê rexne kir û got: "Demek dirêj e li Kurdistanê û li hemberî jinên kurd polîtîkayeke qerêj tê meşandin. Tecawiza ku wekî amûra şer tê bikaranîn hêj didomin. Li Geverê 2 jin li kafeyekî de hat serxweşkirin û piştre dîmenên wan hatin kêşandin. Polîtîkayên bi vî rengî li Dêrsim, Êlih û Cizirê pêk tên. Li cihên ku jin têdikoşin li vir ev tişt pêk tên. Lê divê baş bê zanîn ku polîtîkayên qirêj dê bi têkoşîna jinan a hevpar têk biçe. Ez ji vir bang li jinan dikin û dibêjin bên di bin banê Meclîsa Jinan a HDP'ê de xwe birêxistin bikin. Li dijî polîtîkayên şer û cûreyên êriyan tekane rê têkoşîn e. Ben li vir û li hemberî sûcên ku pêk hatî bertek nîşan bidin."   Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.