SMJÊ: Berxwedana jinê rê li ber fermanan digire 2021-08-02 13:45:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya salvegera 3'yê tebaxê SMJÊ daxuyaniyek da û got: "Bi taybetî weke jin, girîng e ku em li gorî rastiya xwe bibin yek û xwe bi rêxistin bikin da ku li dijî zordariya li me di her warên jiyanê de têbikoşin. Em jiyaneke bê şîdet, xweser û azad dixwazin."   Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî (SMJÊ) bi boneya salvegera 7’an a qirkirina 3’yê Tebaxa 2014’an a li ser civaka êzidî daxuyaniyek da.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em dikevin 3’yê Tebaxa 2021, qurbaniyên qirkirina jin û jenosîda ku ser êzidiyan li herêma başûrê Kurdistanê, Şengalê pêk hat û heya roja me ya îro berdewam dike, bi xemgînî û rêzdarî bibîr tînin.   Berî 7 salan 3’yê Tebaxa 2014’an, DAÎŞ û hevalbendên wê di nav çend hefteyan de bi hezaran êzîdî bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Zêdeyî 7 hezar jin û zarok jî hatin revandin. Gelek jin û keç bi tecawizê re rûbirû man û li bazarên koleyan ên bi taybetî hatine çêkirin wek kole hatin firotin. Heya niha, 2 hezar 800 ji wan jinan hîn wenda ne.   Civaka Êzîdî ya li Şengalê di sala 2014'an de ji êrîşên qirkirinê yên DAÎŞ'ê bi windahiyên mezin, rizgar bû û paşê jî gelek caran bû hedefa bi taybetî dewleta Tirk. Hebûn û azadiya êzidiyan di çavê Erdogan û hêviyên wî yên emperyalîst de xençerek e. Ev bi gefên heyî yên ji peymana ku 9’ê Cotmeha 2020’an di navbera hukûmeta Iraqî û hikumeta herêma Kurdistanê de hate gotûbêjkirin bi zelalî tê xuyakirin. Ev jî bi fermana Devletên Yekbuyî ya Emerîqa û Tirkiyeyê bêyî tevlîbûna rêveberiya xweser a êzidiyan hate guftûgokirin û armanca wê ew e ku rêveberiya xweser û hêzên xweparastinê yên Êzidiyan li Şengalê tune bikin.    Careke din, divê êzîdî ji bo berjewendiyên hewildanên kolonyalîst dev ji mafê diyarkirina çarenûsa xwe bernedin. Ji xwe civaka êzidî li dijî vê yekê bi awayekî çalak li ber xwe dide. Ji ber ku damezrandina avahiyên xweser ên demokratîk û hêzên parastinê bersiva civaka êzidî ye ku ji komkujiya dijmirovahî ya DAÎŞ’ê û qirkirina 74’emîn û jinkujiyê ku heta îro jî berdewam dike ye. Em ê nehêlin ku em tune bibin!   Em nahêlin ku mafê me yê diyarkirina çarenûsê wekî êzidî ji destê me bê girtin. Avakirina avahiyên me yên xweseriya demokratîk û hêzên parastinê temînata ewlekarî û berdewamiya hebûna civak û çanda êzidiyan e. Em tenê dikarin, xwe bi parastina hevûdu û bûna hêzek rêxistinbuyî biparêzin.   Bi taybetî weke jin, girîng e ku em li gorî rastiya xwe bibin yek û xwe bi rêxistin bikin da ku li dijî zordariya li me di her warên jiyanê de têbikoşin. Em jiyaneke bê şîdet, xweser û azad dixwazin. Ji ber vê yekê em daxwaz dikin ku mafê diyarkirina çarenûsa civaka êzidî û naskirina wê hebe.   Dem dema jiyana bi rûmet e!   Dem dema azadiya xwe bi xwe serxistine !”