Ji bo mexdûrên lêhiya Elbakê Heyva Sor banga alîkariyê kir 2021-08-02 12:26:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo mexdûrên lêhiya Elbakê Heyva Sor a Kurdistanê banga alîkariyê kir.   Heyva Sor a Kurdistanê ji bo mexdûrên lêhiya 31’ê tîrmehê ya li gundê Xaşûka a Elbak a Wanê banga alîkariyê kir. Derbarê mijarê de daxuyaniyek da.    Di daxuyaniya Heyva Sor a Kurdistanê de wiha hat gotin: "Li gundê Xaşkan a Elbaka Wanê ji ber barîna barana zêde di 31’ê tîrmehê lehî rabû. Li gund bi dehan xanî û axur hilweşiyan, gelek pez telef bûn, wesayît jî ber lehiyê ketin, bax, baxçe û zevîyan zerar çêbû. Xelkê vî gundî di bin rewşeke xeter de ne û ji bo hemû pêdivîyên jiyanê benda alîkariyê ne.   Wek saziya alîkariya mirovahî Heyva Sor a Kurdistanê, ji kêliya pêşî ya lehiyê em ketin nava tevgerê. Saziya me Heyva Sor a Kurdistanê ji bo mexdurên lehîyê alîkariya madî berhev dike û wê li cih pêwistiyên gel pêk bîne.   Li ser vî esasî banga me ji bo Kurdistaniyên li Ewropayê û dostên wan heye ku destekê bidin û bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê alîkariyê madî bighînin malbatên mexdûr.