TJK-E bi boneya 3'yê Tebaxê rêzeçalakiyan li dar dixe 2021-08-02 12:18:43   NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E bi boneya salvegera fermana 3’yê Tebaxê banga bilindkirina çalakiyan kir û bernama xwe ya çalakiyan aşkera kir.    Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) bi boneya salvegera 3’yê Tebaxa 2014’an a fermana êzidiyan daxuyaniyek da û banga xwedîderketina li êzidiyan kir û dîroka çalakiyên xwe aşkere kir.    TJK-E’yê di daxuyaniyê de diyar kir ku dikevin sala 8’an a qirkirina civaka êzidiyan û bal kişand Çiyayê Şengalê bû çeperên berxwedanê. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Fermana 74’an bi pêşengtiya PKK’ê, Derwêşên Hemdem û şerê li ser erkaxweparastinê ya bi pêşengtiya Diwazdehan hatiye sekinadin. Ser  vî bingehî êzidî man li ser axa xwe ya Şengalê û hebûna xwe didomîne."   TJK-E’yê di daxuyaniyê de bal kişand daxwazên êzidiyan û got: "Peymana 9’ê Cotmeha 2020’ê ya di navber hikûmeta Iraq û PDK’ê bi erêkirina NY’yê hate îmzekirin, mînaka vê ye herî zelal e. PDK li dijî Gelê Kurd û jinan di nava her cûre têkiliyên dijminahiyê de ye. Jinên kurd vê peymana qirêj a di navbera PDK û hikûmeta Iraqê de qebûl nake. Li dijî vê em ê bi hemû hêza xwe têbikoşin. Ji ber vê jî em ê îro û sibêhê li gelek cihan çalakiyan li dar bixin."