Newaya Jin bi manşeta 'Li dijî dagirkeriyê Kurdistanê biparêze' derket 2021-08-02 11:25:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara Tebaxê ya Newaya Jin bi manşeta ‘Li dijî dagirkeriyê Kurdistanê biparêze’ gihaşt ber destên xwîneran. Di naveroka vê hejmarê de yekîtiya gelê kurd, êrişên li ser kurdan û Komkujiya li ser Êzidiyan ya di 3'yê Tebaxê de derketine pêş.    Hejmara Tebaxê ya Newaya Jin bi manşeta ‘Li dijî dagirkeriyê Kurdistanê biparêze’ gihaşt ber destên xwîneran. Di hejmara nû ya Newaya Jin de Fermana 74’an a 3’yê Tebaxa 2014’an a DAÎŞ’ê û hevkarên wê cih digire.   Di dosya-lêkolîna rojnamevan-aktivîsta têkoşîna jinê Songul Omurcan de hatiye diyarkirin ku Kurdên Êzidî hucreya kokê ye, DAÎŞ jî weke JÎTEM’a Rojhilata Navîn hatiye pênasekirin.   Songulê destnîşan kiriye ku Êzidî ji ber ku cihêbûna mirov û cîhanê, cudabûn û dewlemendiyê bi bîr dixe, bû hedefa qirkirinê.   Zerya Gul jî di nivîsa xwe de bal kişandiye ser jinên Êzidî, baweriya Êzdatiyê, nûnerên zana yên felsefî, bûne berpirsên çiraya ku li cihên pîroz qet venamirin. Li ser vê mijarê cih daye nirxandinên Endama Meclîsa Jinan a Êzidî.   Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay, Denîz Poyraz a di 17’ê Hezîrana 2021’ê de di êrîşa nîjadperest Onur Gence a li ser avahiya HDP'ê ya Îzmîrê de hat qetilkirin, vedibêje.   Sûna Tûnç jî di vê hejmarê de têkoşîn û jiyana Guler Yurdakul (Delal) a hîn di temenê ciwan de koma Apoyî nas dike û piştî darbeya 12’ê Îlonê şûnde tevlî têkoşîna azadiya Kurd dibe û 10’ê Hezîrana 2021’ê li bajarê Malmedy a Belçîkayê ji ber pirsgirêkek tenduristiyê jiyana xwe ji dest dide, vedibêje.   Di hejmara nû ya Newaya Jin de nivîsa Bêrîtan Zagros a bi sernavê ‘Li Başûrê Kurdistanê û Iraqê teşwîqa pirjiniyê’ û ya Roza Metîna ya bi sernavê ‘Pakêtên darazê yên êrîşên zayendî û şidetê rewa dikin’ cih digirin.   Her wiha nirxandinên Delîla Emîlîo yên derbarê ramanên jinên Katalonî, Bask, Madrîd û Spanyayê dijîn ên derbarê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de û dîsa nivîsa Zîn Koçer a ‘Çîrok û wêneyek’ a bîranînê heye.   Her wiha rojnameyê afîşa festîvala Jinan a Sakîne Cansiz a 8’an a 22’yê Tebaxê li Zurîhê ku bi sernavê ‘Li dijî qirkirina jinê, têkoşînê mezin bikin’ cih girt. Her wiha detayên bernameya festîvalê jî cih digire.   Hûn dikarin li ser navnîşana newayajin.net xwe bigihînin rojnameyê.