Koma 115’an li Mexmurê çalakiya greva birçibunê dewir girt 2021-08-02 10:44:18   MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" li Saziya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin, îro koma 115’an dewir girt.    Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Çalakiya ku 228 roj in berdewam dike îro koma 115'emîn dewr girt. Beriya koma nû dest bi çalakiyê bike ji bo giyanê tevahî şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.   ‘Ji bo tune kirina Gelê Kurd tu sinoran nas nakin’    Li ser navê çalakvanan Hisên Guzereşî xêrhatina gel kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “ Dijminê Gelê Kurd li beranberî tevgera azadiyê bê çare maye û  ji ber wê yekê bi hemû hêza xwe bi ser Gelê Kurd de tê. Lê belê bi tu awayî nikarin li beranber tevgera kurd serkeftinê bi dest bixin û ew tucaran jî bi ser nakevin.  Ji ber ku tehemula wan li hember tu tiştekî bi navê Kurd û Kurdistanê ne maye bi her cure hovîtî êrîş dikin. Gelê bê guneh ku ji ber zilma wan koçber buye û çune bajaran bi cih bune,niha bi ser wande jî diçin û qetil dikin. Her wiha şeva pêşiya me jî şeva fermana li hember Civaka Êzidî ye. Heman zihniyet û heman serçete di nava hewildanên qirêj de ne û ji bo tunkirina Gelê Kurd tu sinoran nas nakin. Banga me ji bo tevahî Gelê Kurd e ku em li beranber vê hovîtiyê yekitiya xwe xurt bikin."   Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmê  "Bijî Serok Apo","Bê Serok jiyan nabe","Bijî berxwedana zindanan","BijÎ Berxwedana Gerîlla" bi dawî bu.