'Kurdên Êzidî bi hêz û baweriya xwe hebûna xwe parastin' 2021-08-02 09:07:59   Ronahî Nûda   QAMIŞLO - Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk a navçeya Tirbespiyê ya Kantona Qamişloyê Hediye Şemo fermana 74'an a li dijî Kurdên Êzîdî yên Şengalê şermezar kir û got: "Piştî  7 salan a fermanê, şêniyên Şengalê bi hêz û baweriya xwe hebûna xwe parastin û rêxistinbûna xwe ava kirin."   Çeteyên DAIŞ'ê di 3'yê Tebaxa 2014'an de êrîşî Şengalê kirin. Di encama êrîşan de bi hezaran jinên Êzîdî hatin revandin, bi hezaran kurdên Êzîdî koçber bûn û gelek ji wan hatin kuştin. Şervanên YJA- STAR/HPG'ê da ku kurdên êzîdî ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar bikin berxwedanên destanî nivîsandin û di encamê de Şengal ji çeteyên DAIŞ'ê hate rizgarkirin. Piştî rizgariyê bi hezaran Kurdên Êzîdî cardin vegeriyan ser axa xwe û Rêveberiya Xweser ava kirin. Her wiha hêzên xwe yên leşkerî ava kirin da ku hebûna xwe ji dijmin biparêzin. Bi rasthatina fermana 74'an Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a navçeya Tirbespiyê ya Kantona Qamişloyê, Hediye Şemo nêrîna xwe parve kir.   'Rojên bi êş nayên jibîrkirin'    Hediyeyê di destpêka gotina xwe de kesên ku di oxira parastina axa Şengalê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û wiha got: "Ez di serî de bi munasebeta salvegera fermana 74'an a 3'yê Tebaxa 2014'an hemû şehîdên ku di oxira parastina ax û Êzîdxanê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînim. 7 sal ji ser fermanê derbas dibe, lê heta roja îro jî êş û azara wê fermanê dewam dike. Ew rojên bi êş nayê jibîrkirin. Şengal ji bo kurdên Êzîdî cihekî pîroz e û şeva 3'yê Tebaxê herkesî xwe da pişta Şengalê. Pêşmerge û artêşên Iraqê digotin em parêzvanên Şengalê ne, lê Şengal tenê hiştin û reviyan. Ev hêzana bi hezaran şêniyên Şengalê teslîmî kuştinê kirin û di encamê de 6 hezar jinên Êzîdî ketin destên çeteyên DAIŞ'ê û heta roja îro jî çarenûsa gelek jinan ne diyar e. Heta niha em nizanin jinên Êzidî hatine qetilkirin ango di bazaran de tên firotin."   'Rojavayê Kurdistanê şêniyên Şengalê hembêz kir'   Hediyeyê êşên ku Kurdên Êzîdî di şeva 3'yê Tebaxê de jiyane wiha tîne ziman:"Şêniyên Şengalê li ser axa xwe bi awayekî aram dijiyan û ji bo parastina xwe bikin herdem di çiyan de diman. Şeva 3'yê Tebaxê êş û azarên mezin jiyan û di encamê de bi hezaran kes koçber bûn. Kesên ku bi çol û çiyan ketibûn hinek ji wan hatin qetilkirin û hinek ji wan jî talan bûn. Car din kesên ku xwedî li şêniyên Şengalê derket Rojavayê Kurdistanê bû ku rêyên ewle vekirin û bi hezaran Şengaliyan berê xwe dan Rojava. Her wiha di wê demê de li Rojavayê Kurdistanê şoreş hebû û li kêleka wê jî dorpeç ji aliyê desthilatdaran hebû, lê dîsa jî hembêza xwe ji şêniyên Şengalê re vekirin."   'Tevgera Jinên Êzidî bersiva fermana 74'an e'   Hediyeyê di dewama gotina xwe de piştî fermanê rêxistinbûna şêniyên Şengalê wiha dinirxîne:"Piştî  7 salan a ji fermanê şêniyên Şengalê bi hêz û baweriya xwe hebûna xwe parastin û rêxistinbûna xwe ava kirin. Niha li Şengalê li serê Çiya xwe bi ewle kirin û hêzên xwe yên leşkerî ava kirin da ku wan ji fermanek nû biparêzin. Her wiha Rêveberiya Xweser a Şengalê hate avakirin, ev yek jî serkeftinek erênî bû. Li kêleka van pêşketinan Tevgera Jinên Êzîdî li Şengalê hate avakirin ku bibin bersiva fermana 74'an. Her wiha Tevgera Jinên Êzidî da ku tola jinên Êzidî yên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatine revandin hilînin hate avakirin. Piştî ku tevahî cîhanê dît ku Şengal li ser piyan sekinî û xwe bi rêxistin kir, em dibînin cardin kiryar li hember Şengalê tên meşandin û dixwazin cardin statûya Şengalê bi hikûmeta Iraqê ve girê bidin. Lê em ji bîr nakin ku hikûmeta Iraqê di dema êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de şêniyên Şengalê bi qirkirinê re rû bi rû hişt. Şêniyên Şengalê loma di nava çalakiyan de ne û tiştên ku jiyane ji bîr nakin. Çalakiyên ku li dar dixînin armanca wan ew e ku ew xwe bi xwe bi rê ve bibin. Şengalî bi berxwedana xwe li ser piyan sekinîn û heta niha jî vegera Şengalê dom dike. Piştî fermanê nema qebûl dikin ku tu hêz wan tune bike û fermanek din bi serê wan de werin."   'Divê sûcên şer derkevin'   Hediyeyê diyar kir ku divê çeteyên DAÎŞ'ê bên darizanin û wiha got:"Divê hemû dewletên dinyayê fermana Şengalê nas bikin. Em ji bîr nakin beriya 100 salan li hember gelê Ermenî qirkirin pêk hatibû, me dît nû hate pejirandin ku qirkirin li dijî Gelê Ermen pêk hatiye. Em jî dixwazin wek qirikirina Ermenî, fermana Êzîdiyan û sûcên şer derkeve holê. Dema qirkirina Ermeniyan pêk hat destê hemû dewletên navneteweyî tê de hebû. Di fermana 2014'an a li dijî Gelê Şengalê de jî destên wan tê de heye, ji ber heta niha jî di derbarê vê fermanê de îtirafek nehatiye kirin û çeteyên DAIŞ'ê heta niha jî nehatine darizandin."   'Şêniyên Şengalê bûne xwedî hebûn, hêz û rêxistin'    Hediyeyê herî dawî da zanîn ku şêniyên Şengalê bûne xwedî hebûn, hêz û rêxistin û wiha bi dawî kir:"Em car din dibêjin şêniyên Şengalê îro bûne xwedî hebûn, hêz û rêxistin. Jinên Êzîdî bi cil û bergên spî tên nasîn û bi wan cilan îro derbasî parlementoya Iraqê dibin û dibêjin em ê Şengala xwe biparêzin. Jinên Êzîdî bi hêza xwe li ser piyan man, pêşiya hemû fermanan sekînin û gotin em destûrê nadin ku destdirêjahî li hember jin û zarokên me pêk werin."