Hat îdiakirin li Êlihê polîs û çawişên pispor hişbirê difiroşin 2021-08-02 09:03:23   ÊLIH - Li kuçeyên Yeşiltepe û Petrolkentê bikaranîna hişbirê ya ciwanan zêde bûye. Ciwanên hişbirê bi kar tînin anîn ziman ev yek bi destên polîsan jî pêk tê.    Di serî de li kuçeyên Yeşiltepe û Petrolkentê û li gelek kuçeyên din ê Êlihê hişbir tê bikaranîn. Her wiha di salên borî de li Kuçeya Yeşiltepeyê kesekî bertek nîşanî yên hişbirê difiroşe dabû hatibû binçavkirin. Welatiyên li herêmê dan zanîn wan gelek carî xwestine rê li vê yekê bigirin lê belê bi ser neketine.    Ciwanên ji ber ewlehiyê navên xwe nedan behsa bikaranîna hişbirê û bêdengmayina polîsan a li hemberî vê bûyerê kirin.    'Vêxistina agir ji bo kesên hişbirê bi kar tînin nîşaneke'   Ciwanên diyar kirin kesên li kuçeyê hişbirê bi kar tînin têkiliya wan bi polîsan re heye û wiha gotin:"Ji ber mirovên li der û dora me em jî ketin nava karê firotina hişbirê. Lê belê dewlet ji bo van ciwanan xilas bike tu gavê navêje. Em hewil da em di navbera xwe wan ji vê yekê biparêzin lê nebû. Her wiha ciwanên hişbirê bi kar tînin bi şev agir vêdixin û li hevdu kom dibin. Ciwanên li dora agir kom dibin hem hişbirê bi kar tînin hem jî hewil didin bifiroşin ciwanên der û dorê. Vêxistina agir ji bo kesên hişbirê bi kar tînin nîşaneke. Polîs jî her roj vê yekê dibînin. Lê dest nadên. Carekê hinekan gilî kiribûn ku ciwan esrarê bi kar tînin. Wê demê polîs hatibûn li gel ciwanan hinekî sekinîbûn û dawiyê çûbûn. Rayedar jî çavên xwe ji bikaranîna hişberê re digirin."   'Dewlet dixwaze em bi hişbirê re bên girêdan'   Ciwanan dan zanîn malbat jî ji bikaranîn û firotina hişbirê ne razî ne û wiha pê de çû:"Ji aliyekî jî ji derdê debarê û bêçaretiyê jî ciwan vî karî dikin. Sîstem dixwaze ciwan jiyaneke arabesk bijîn. Dewlet naxwaze em xwe bi rêxistin bikin. Me wekî talûkeyekê dibîne loma jî dixwaze em bi hişbirê ve bên girêdan. Ji bo em ciwanan ji hişbirê rizgar bikin çi ji destên me tê em dikin."   'Kes ji ber hişbirê nayê cezakirin'   Ciwanekî diyar kir ew jî berê ketiye nava çirava hişbirê û wiha got:"Li Kuçeya Yeşiltepeyê û çend kuçeyên din 'Cigerci Murat' bi navê xwe yê din 'Murat Usta' hişbirê difiroşe. Her wiha kesê navê wî Bîlal jî li kuçeyan hebên hişbirê difiroşe. Ji wî re jî dibêjin 'Bilalê Sêqet'. Herkes wî nas dike. Lê belê kes cezayê wî nadê. Kes ji ber hişbirê nayê cezakirin."   Her wiha tê îdiakirin ku hişbira li Êlihê tê firotin ji Wanê tê û çawişên pispor jî bi kincên sîvîl hişbirê difiroşin.