'Berpirsê vê komkujiyê dewlet e' 2021-08-02 09:01:58   ÎZMÎR - Jinên bertek nîşanî qetilkirina 7 kurdên ji malbatekê dan wiha gotin:"Ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêka kurdan e. Ev pirsgirêk a hemû kesên li ser vê erdnîgariyê ne. Çimkî nîjadperestî pirsgirekêke mirovî ye û ev pirsgirêka her kesên ji xwe re dibêjin em mirov in. Berpirsê vê komkujiyê jî dewlet e. Ger bersûc neyên cezakirin dê rê li ber komkujiyên nû bê vekirin."   Êrişên nîjadperest ên li ser gelê kurd di demên dawî de her diçe zêde dibe. Herî dawî di 30'yê Tîrmehê de li navçeya Meramê ya Konyayê êrişa nîjadperestî li dijî jê 4 jin li 7 kurdî hat kirin. Piştî 7 kurd hatin qetilkirin mala wan dan ber agir. Kesên hatin qetilkirin navên wan wiha ne: Îpek, Yaşar û zarokên wan Serpil, Serap, Sibel, Bariş û Metin Dedeoğullari.    Ji siyasetmedaran bigirin heta aktivîst, rojnamegeran ji her aliyê li dijî êrişa nîjaperestî bertek tên nîşandan.    'Destûr dan komkujiyê'   Ji Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê Ayşe Ozdamar, da zanîn komkujî li ber çavan hatiye kirin û wiha got:"Belgeyên êrişa di 12'ê Gulanê de ya li dijî malbatê heye. Lê belê piştî 7 kes hatin binçavkirin piştre dîsa hatin berdan. Ji ber malbat kurd bû daxwazên wan ên li rayedaran bê bersiv man. Em dibînin ku polîtîkayên bêcezahiştinê yê vê dewletê me ber bi ku ve dibe. Îktidara AKP-MHP'ê bi kaosê bekaya xwe diparêze. Destûr dan komkujiyê."   'Berpirsê vê komkujiyê dewlet e'   Ayşeyê bi lêv kir ev zihinyet li dijî jin û kurdan e û wiha domand:"Ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêka kurdan e. Ev pirsgirêk a hemû kesên li ser vê erdnîgariyê ne. Çimkî nîjadperestî pirsgirekêke mirovî ye û ev pirsgirêka her kesên ji xwe re dibêjin em mirov in. Berpirsê vê komkujiyê jî dewlet e. Ger bersûc neyên cezakirin dê rê li ber komkujiyên nû bê vekirin."   'Hêzê ji polîtîkayên bêcezahiştinê digirin'   Aktivîsta mafê mirovan Gunseli Kaya da zanîn bûyera komkujiya Konyayê wehşet e û wiha got:"Bi roj komkujî kirin. Ev nîşan dide çiqas rehet in. Çimkî hêzê ji polîtîkayên bêcezahiştinê digirin. Çimkî bersûcên berê serbest hatin berdan. Hemû rayedarên dewletê ji vê komkujiyê berpirs in."   'Kurd yekîtiyê dixwazin'   Dayika Aştiyê Hediye Korkut bi şermezarkirina komkujiyê dest bi axaftina xwe kir. Hediyeyê got:"Li partiya me komkujî kirin. Em komkujiyê naxwazin, em aştiyê dixwazin. Tu dayik hatina xwarê ya hêsiran heq nake. Tu dayik naxwaze zarokên wan bimirin. Em kurd yekîtiyê dixwazin"   'Em li ba gelê kurd in'   Ji Mor Sarmaşikê Tugçe Kizildemir bi van gotinan bertek nîşanî komkujiyê da:"Dewlet faşîstan diparêze. Dewlet dewsa kurdan, kesên tên çewisandin biparêze cesaretê dide êriş dike. Bi polîtîkayên bêcezahiştinê vê cesaretê dide. Ger têra xwe berteka raya giştî mezin nebe dê rê li ber komkujiyên nû vebin. Em li kuçeyan derdikevin dibêjin em li ba gelê kurd e û bi vî rengî em hewil didin rê li ber êrişan bigirin."