ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2021'Ê 2021-08-02 09:00:15     *Jinên bertek nîşanî qetilkirina 7 kurdên ji malbatekê dan wiha gotin:"Ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêka kurdan e. Ev pirsgirêk a hemû kesên li ser vê erdnîgariyê ne. Çimkî nîjadperestî pirsgirekêke mirovî ye û ev pirsgirêka her kesên ji xwe re dibêjin em mirov in. Berpirsê vê komkujiyê jî dewlet e. Ger bersûc neyên cezakirin dê rê li ber komkujiyên nû bê vekirin." DÎMEN HEYE   *Li kuçeyên Yeşiltepe û Petrolkentê bikaranîna hişbirê ya ciwanan zêde bûye. Ciwanên hişbirê bi kar tînin anîn ziman ev yek bi destên polîsan jî pêk tê.    *Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk a navçeya Tirbespiyê ya Kantona Qamişloyê Hediye Şemo fermana 74'an a li dijî Kurdên Êzîdî yên Şengalê şermezar kir û got: "Piştî  7 salan a fermanê, şêniyên Şengalê bi hêz û baweriya xwe hebûna xwe parastin û rêxistinbûna xwe ava kirin." DÎMEN HEYE   *Têkildarê komkujiya li Konyayê çêbuye Rêxistina HDP'ê ya Qoserê dê li qada Azadiyê daxuyaniya çapemeniyê bide.(18.00)