Rêxistinên civakî û partiyên siyasî çûn şîna malbata hat qetilkirin 2021-08-01 16:03:40     KONYA - Gelek rêxistinên civakî û partiyên siyasî çûn şîna malbata bi êrişa nîjadeperest li Meramê hat qetilkirin.   Li Hasankoya Navçeya Meramê ya Konyayê malbata Dedeolullari ya kurd a ji Qersê bi êrişa nîjadperest hat qetilkirin. Li Kuçeya Saraçoglu ya Karatayê ji aliyê xizmên malbata hat qetilkirin şîn hat danîn. Nûnerên rêxistina civakî û gelek partî ji sersaxiyê çûn serdana mala şînê.    Kes û saziyên çûn sersaxiyê wiha ne:Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Yekîtiya Tabîban (TTB), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Şaxa Bûrsa û Stenbolê ya Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD), Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Konyayê, Parlamenterê AKP'ê yê Mêrdînê Orhan Miroglu, Parlamenterê CHP'ê yê Konyayê yê berê Atilla Kart, Partiya Demokratik a Kurdistan- Bakur (PDK- Bakur), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Saadetê (SP).   Serdana şînê didome.