Li Xozatê herêma daristanê ev 3 roj in dişewite 2021-08-01 12:05:02     DÊRSIM - Bi bombebarana helîkopteran li Xozatê agir bi herêma daristanê ket. Agirê bi herêmê ket ev 3 roj in didome. Her wiha bi hinceta "ewlekariyê" leşker nahêlin agir bê vemirandin.     Piştî êrişa li dijî wesayîta zirxî ya dema diçû Qereqola Amûtka ya navçena Xozatê ya Dêrsimê pêk hat, li herêmê operasyona leşkerî hat destpêkirin. Piştî operasyonê bejahiya gundên Derekoy û Geşnekê hatin bombekirin. Agirê ku di encama bombebarana helîkopteran de li herêmê ket ev 3 roj in dewam dike. Leşker bi hinceta "ewlekariyê" nahêlin ku agir were vemirandin.   Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ekîbên şaredariyê û welatiyên ku dixwestin biçin agir vemirînin, di ketina Xozatê de ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin.   Leşkerên tirk bi hinceta ku herêma agir pê ketiye “herêma ewlehiyê ya taybet e” nehiştin ku kes derbas bibe û rê li trafîkê girtin.