Siyasetmedarên bertek nîşanî komkujiyê dan: Kurd ne bi tenê ne 2021-08-01 10:52:31     ENQERE - Siyasetmedarên bertek nîşanî qetilkirina 7 kesên ji malbateke kurd dan bal kişandin ser berî komkujiyê û diyar kirin ku di warê avakirina bingeha komkujiyê de rolên îktidar û medyayê heye û wiha gotin:"Em li dijî êrişên nîjadperest ên li dijî kurdan bê deng namînin. Gelê kurd ne bi tenê ye."   Di demên dawî de êrişên nîjadperest ên li dijî kurdan didomin. Piştî Afyon, Konya û Enqereyê careke din li Konyayê êrişa nîjadperest pêk hat. Li Merama Konyayê di 30'yê Tîrmehê de 4 jê jin 7 kurdên ji Qersê bi çekê hatin qetilkirin. Piştî komkujiyê mala malbata hat qetilkirin dan ber agir. Cenazeyên Îpek, Yaşar û zarokên wan Serpil, Serap, Sibel, Bariş û Metin Dedeogullari bi beşdariya HDP, DBP, TJA û gelek partiyên siyasî û rêxistinên civaka sîvîl li Goristana Saraçoglu ya Karataya Konyayê hatin definkirin.    Li dijî komkujiyan bertekên ji aliyên cuda hîn didomin.    'Êriş berhemên blokên faşîst in'   Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elif Torun Oneren da zanîn qetilkirina 7 kurdan berdewamiya êrişên koma ji 60 kesî ya êrişî kurdan kiriye û wiha got:"Bersûc dibêjin 'em ulukucu ne. Em we li vir nadin jiyîn'. Êriş berhemên blokên faşîst in. Bloka faşîst a AKP-MHP'ê bi zaneyî û bi plan bingeha êrişan ava dike. Lê belê em ê li dijî komkujiyan bêdeng nebin. Gelê kurd ne bi tenê ye."   'Hemû tişt bloka faşîst a AKP-MHP'ê nîşan dide'   Hevseroka Partiya Avakirina ji nû ve ya Sosyalîst  (SYKP) Canan Yuce diyar kir ku komkujî encama berjewendiyên şexsî û malbatî yên AKP'ê ye û wiha got:"Deniz Poyraz hat qetilkirin, êriş her li dijî HDP'ê tê kirin, şewitandina daristanan bi PKK'ê ve hat girêdan. Ji van mînakana em dibînin ku êrişên li dijî kurdan tên kirin organîzekirîne. Dizanin ew ê di hilbijartinê de winda bikin loma jî bingeha lîncê ava dikin. Hêzeke dewletê li pişta xwe nebîne nikare vê komkujiyê bike. Endamên malbata êriş kir belasebe nabêjin 'em ulkucu ne'. Hemû tişt bloka faşîst a AKP-MHP'ê nîşan dide."   'Komkujiya Konyayê mîna komkujiyên Mereş, Sêwas, Roboskiyê ne'   Hevseroka HDP'ê ya Enqereyê Pakize Sinemillioglu jî diyar kir komkujî ji berê de hatiye birêvebirin û wiha got:"Demeke dirêj e li dijî kurdan komkujî pêk tên. Jixwe piştî Deniz Poyraz gotibûn 'ev hîn rojên we yên xweş in'. Ev nîşan dide ew ê hîn êrişên xwe bidomînin. Lê bila ew jî baş bizanibin ew ê nikaribin me tune bikin. Komkujiya Konyayê mîna komkujiyên Mereş, Sêwas, Roboskiyê ne. Di komkujiyan de mirov bi awayekî zindî şewitandin. Li dijî van êrişana em ê jî bi zaneyî tev bigerin."