Dayika Deniz Poyraz, Fehîme bertek nîşanî komkujiyê da 2021-07-31 16:40:02   ÎZMÎR - Dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz bertek nîşanî qetilkirina 7 kurdên li Konyayê da û got:"Her dem kurdan wekî 'terorîst' nîşan didin. Lê belê ne kurd ew terorîst in. Ew êrişî gelê kurd dikin."   Do li Kuçeya Ozşahinê ya Taxa Hasankoyê ya Merama Konyayê ji malbateke kurd çar jê jin 7 kes ji aliyê nîjadperestan ve hatin qetilkirin. Dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz bertek nîşanî qetilkirina 7 kurdên li Konyayê da û got:"Komkujî bi destên dewletê pêk tên."   'Komkujî bi destên dewletê tên kirin'   Fehimeyê bertek nîşanî qetilkirinê da û wiha got:"Komkujî bi destên dewletê tên kirin. Her dem kurdan wekî 'terorîst' nîşan didin. Ne wiha ba komkujî pêk nedihatin. Faşîst dikarin her nebaşiyê bi kurdan bikin. Denizê hat qetilkirin piştre êrişên din hatin kirin. Dewlet berpirs e. Çimkî her tim kurdan wekî 'terorîst' nîşan didin. Mafên kurdan jî heye bijîn. Yên terorîst ne kurd in. Ew terorîst in. Ew êrişî gelê kurd dikin."   'Li gund û bajaran zilm li kurdan tê kirin'   Fehîmeyê da zanîn hem li gund hem jî li bajêr tundî li kurdan tê kirin û wiha domand:"Kurd li memleketên xwe tên qetilkirin, koçberî li ser wan tên ferzkirin, li bajarên diçin jî tundî li wan tên kirin. Li gund û bajaran zilm li kurdan tê kirin. Divê kurd hemû bibin yek û li dijî faşîzmê derkevin. Divê em piştigiriyê bidin hevdu."   ÎZMÎR-Dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz bertek nîşanî qetilkirina 7 kurdên li Konyayê da û got:"Her dem kurdan wekî 'terorîst' nîşan didin. Lê belê ne kurd ew terorîst in. Ew êrişî gelê kurd dikin."   Do li Kuçeya Ozşahinê ya Taxa Hasankoyê ya Merama Konyayê ji malbateke kurd çar jê jin 7 kes ji aliyê nîjadperestan ve hatin qetilkirin. Dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz bertek nîşanî qetilkirina 7 kurdên li Konyayê da û got:"Komkujî bi destên dewletê pêk tên."   'Komkujî bi destên dewletê tên kirin'   Fehimeyê bertek nîşanî qetilkirinê da û wiha got:"Komkujî bi destên dewletê tên kirin. Her dem kurdan wekî 'terorîst' nîşan didin. Ne wiha ba komkujî pêk nedihatin. Faşîst dikarin her nebaşiyê bi kurdan bikin. Denizê hat qetilkirin piştre êrişên din hatin kirin. Dewlet berpirs e. Çimkî her tim kurdan wekî 'terorîst' nîşan didin. Mafên kurdan jî heye bijîn. Yên terorîst ne kurd in. Ew terorîst in. Ew êrişî gelê kurd dikin."   'Li gund û bajaran zilm li kurdan tê kirin'   Fehîmeyê da zanîn hem li gund hem jî li bajêr tundî li kurdan tê kirin û wiha domand:"Kurd li memleketên xwe tên qetilkirin, koçberî li ser wan tên ferzkirin, li bajarên diçin jî tundî li wan tên kirin. Li gund û bajaran zilm li kurdan tê kirin. Divê kurd hemû bibin yek û li dijî faşîzmê derkevin. Divê em piştigiriyê bidin hevdu."