Pervîn Bûldan: Kesên dibêjin ez mirov im divê li dijî komkujiyê derkevin 2021-07-31 14:06:50   STEMBOL - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan a di  kongreya ANYAKAY-DER’ê de axivî wiha got:"Li pişt vê komkujiyê, kujerê hevala me Denîz Poyraz qetil kirin hene. Ev berhemê hişmendiya ku her roj di şexsê HDP’ê de kurdan hedef dide nîşandan e. Kesên dibêjin ez mirov im divê li dijî komkujiyê derkevin."   Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, di 2’yemîn Kongreya Asayî ya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên Xizmên Xwe Windakirin a Anadolûyê (ANYAKAY-DER) de axivî. Kongre li Okmeydanî hat lidarxistin. Pervînê di axaftina xwe de, bertek nîşanî qetilkirina 7 endamên malbata Dedeogullari yên di êrişa nijadperest a navçeya Meramê ya Konyayê de hatin qetilkirin, da.     'Komkujî bi awayekî zaneyî hat kirin'   Pervînê, diyar kir ku duh li navçeya Meramê ya Konyayê, ji malbateke kurd 7 kes bi awayekî hovane û wehşî hatin qetilkirin. Pervînê di dewamiya axaftina xwe de wiha got: “Dema ku gule li bedena kurd ketin, em bûn şahid ku di kanalên televîzyonê yên nijadperest û faşîstan de, carek din ev komkujî wekî mirinek normal hat nîşandan. Nexêr, ev komkujî komkujiyek ji rêzê nîne. Ev komkujî bi awayekî zanebûn ji aliyê nijadperest û faşîstan ve hatiye plankirin. Li pişt vê komkujiyê, kujerê hevala me Denîz Poyraz qetil kirin hene. Ev berhemê hişmendiya ku her roj di şexsê HDP’ê de kurdan hedef dide nîşandan e.”   'Kesên dibêjin ez mirov im divê li dijî komkujiyê derkevin'   Pervînê, banga îstîfayê li Wezîrê Karên Hûndir, rayedarên AKP û MHP’ê kir û wiha bertek nîşan da: “Li dijî têgihîştina ku rê li ber komkujiyê vedike û hewl dide ku Tirkiyeyê bixe nav xefikeke xeternak, pêwîstî bi yekîtiyê heye ku êrîşên bi vî rengî di pêşerojê de çênebin. Bila baş bê zanîn kurd ne bi tenê û ne bê xwedî ne. Kesên ji xwe re dibêjin ez mirov im û xwedî wijdan im, divê li dijî vê komkujiyê bêdeng nemîne û ref bigirin. Êdî her kes dizane ku, dem hatiye em ji vê rewşê re bêjin êdî bes e. Divê walî, qeymeqam û rayedarên ewlekariyê yên vê navçe û bajarî tavilê îstîfa bikin. Ne tenê ew, divê Wezîrê Karên Hundir, AKP û hevkarê wê yê biçûk MHP, ku ji ewlehiya vî welatî berpirsiyar in, qirêjî, neqanûnî û bêexlaqiya wan her roj bi eşkerekirinên Sedat Peker derdikevin holê, zûtirîn dest ji kar berdin û îstîfa bikin.”