Dê HDP beşdarî merasîma cenaze ya malbata kurd bibe 2021-07-31 13:32:26   ENQERE - Wê ji HDP'ê heyeteke di bin serokatiya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar de, tevlî merasîma cenazeyê malbata kurd a Dedeogûllari bibe.   Duh piştî komkujiya ku li navçeya Meramê ya Konyayê li dijî malbata kurd a Dedeogûllari pêk hatibû, ji HDP'ê heyetek çûbû Konyayê. Wê ji HDP'ê heyeteke di bin serokatiya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar de ji bo tevlî merasîma cenazeyê malbata Dedeogûllari bibe îro ji Enqerê biçe Konyayê. Heyeta HDP'ê piştî tevlî merasîma cenaze bibe û ji malbatê re sersaxiyê bixwaze wê daxuyaniyê bide.   Mîthat Sancar, ji duh êvarê de li Navenda Giştî ya partiya xwe daxuyanî dabû û bang li raya giştî ya demokratîk û serokên partiyên muxalefetê kiribûn ku biçin Konyayê.    Wê cenazeyê 7 ferdên malbata Dedeogûllri li Goristana Saraçoglû ya li navçeya Karatay a Konyayê bên veşartin.