Meclîsa Gel a Mexmûrê komkujiya li Konyayê şermezar kir 2021-07-31 13:31:25   MEXMÛR - Meclîsa Gel a Wargeha Penaberan a Mexmûrê komkujiya li Konyayê pêk hatî şermezar kir û got: "Em ji li vir bang dikin ku li pêş çavên we malbatek hat tunekirin, divê em doza wan bilind bikin, li vê dozê xwedî derbikevin û kesên qatîl û sûcdar divê hesabê bidin. Gelê Kurd divê li hemberî komkujiyê rabin ser piyan."   Meclîsa Gel a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), derbarê 7 kesên ku di êrişa nijadperest a li navçeya Meramê ya Konyayê hatin qetilkirin de, daxuyaniyeke girseyî dan. Daxuyanî ji hêla Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Hecî Kapan ve hat dayîn.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di serî de li ser navê gelê wargeha Şehîd Rustem Cûdî em şehîdên komkujiya navçe Meran a Konyayê bi rêzdarî bibîr tînin, bejna xwe li hemberî wan ditewînin. Ji bo tevahî malbata wan sersaxiyê dixwazin.    Welatparêzên me tên qetilkirin   Qetilkirina malbata kurd qetilkirina tevahî Gelê Kurd e. Dewleta faşîst a tirk bi hezaran hemwelatiyên me, welatparêzên me bi vê şêweyê qetil kirine. Di 12’yê gulana îsal de komekî nîjadperest 50 û 60 kesan bi hemu cûreyên çekan êrişî malbatekî me kirin. Sedem tenê Kurd bûna wan bû. Mezinê malbatê yê duho şehîd ketî beriya niha di encama êrişa 12’yê Gulanê bi şêweyê ‘em ulkucî ne hûn kurd in, em nahêlin hûn li vê derê bijîn, em ê we tune bikin’ gef li ser hatibûn xwendin. Di encamê de 7 kesên ji wê malbatê yê ku di 12’yê Gulana îsal de bi şêweyekî hovane hatine birîndarkirin weke berdewamiya wê êrişê, duh dîsa bi êrişê re rûbirû man û 7 endamên malbatê bi şêweyekî hovane hatin qetilkirin. Tenê di nava dû mehên derbasbûyî de çeteyên Erdogan- Bagçelî bi dehan êriş bir ser malbatên kurd ciwanên kurd.   Beriya niha di 17’ê hezîranê de xwestin li Îzmîrê qetlîamek pêk bînin. Di encamê de ew qetlîama ku plankirin vala çû lê dîsa ciwanekê hêja û kurd yê bi navê Denîz Poyraz hat şehîdxistin. Di 20’ê tirmehê li Enqere êrişî malbatekî kurd kirin, çar kes ji wê malbatê bi şêweyekî hovane birîndar kirin. 21’ê tirmehê dîsa li Konyayê ciwanekî ji Amedê qetilkirin. Duh jî 30’ê tirmehê li hemberî malbata Dedeogulları êriş pêk hat û 7 kesên ji malbatê jiyana xwe ji dest dan.   Bi milyonan kurd penaber bûn    Weke gelê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî em ji qetlîam û qirkirinên bi vê rengê ne biyanî ne. Ji ber ku weke gelê wargeha Şehîd Rûstem Cûdî di salên 90’î heya 93-94’ê me vê tiştî jiyan kir. Bi heman şêweyî xizm û nasên me, malbatên me hatin qetilkirin. Rastî êriş binçavkirin û girtinan hatin. Gundên me hatin şewitandin, malên me hatin wêrankirin, di encama wê polîtîkaya qirêj, siyaseta dijî kurd îro em li vê derê ne. Ev êrişên wê demê li ser me pêk hatin, li ser bi milyonan kurdan pêk hatiye. Di encama wê polîtîkayê de bi milyonan kurd penaber bûne. Yên ku îro li Enqere, li Afyonê, li Konyayê rastî êrişan tên ew kesên ku salên 90’î di encama polîtîkaya tunekirin, tunehesibandina Gelê Kurd de neçarî penabertiya metropolên Tirkiyê bûne. Rojane karkerên kurd li bajarên Tirkiyê rastî êrişan tên. Dewletê bi xwe gundê wan xirab kir, malên wan wêrana kir, berê wan da bajaran îro jî tenê ji ber ku kurd in wan qetil dike. Ev dijminahiya dewleta faşîst ya Tirk, hikûmeta AKP’ê-MHP’ê ya xwînmij a li hemberî Gelê Kurd e.   Bi hovane qetil dike   Em vê baş dizanin duh êrişê ku li hemberî kesên temên mezin bi awayekî hovane pêk hatî, dijminahiya wan a li hemberî kurdan çiqas kûr e nîşan dide. Îro dewleta faşîst a tirk li hemberî tevgera azadiyê, li hemberî zarokên vî gelî, keç û xortên qehreman li Zap, Metîna, Xakurkê, Avaşîn têk çûye. Lewma bi dehan firokeyan êrişên xwe pêk tîne û ji bo tola xwe hilde malbatên bi vê rengê bê parastin, bê guneh qetil dike. Wendahiya li hemberî gerîla dixwaze bi êş dayîna jiyankirina Gelê Kurd tola xwe hilîne. Hikûmeta faşîst, xwînmij a AKP-MHP li hemberî tevgera azadiyê bê çare maye. Li bakurê Kurdistanê, li Cizîrê, li Sûrê, li Nisêbînê bi sedan hemwelatî, welatparêzên kurd qetil kirin, di bodroman de şewitandin.    Em ê berxwedana xwe bidomînin   Lê îro temaşe dike, şopdarên wan li ser piya ne. Gelê kurd soz daye ku li hemberî dijminahiya wan, xwînmijiya wan serî netewîne, çok nadeyne. Heya azadiyek birûmet Gelê Kurd soz daye ku li berxwe bide. Ew mîrateya ji şehîdan girtine ji pêşengên vê şoreşê girtin, bi îdiane ku berdewam bikin heya azadiyê. Ger îro ev êriş li Enqerê, Îzmîrê, Konyayê li hemberî kesên bê parastin pêk tê ev tengezarî, bêçaretiya dewleta faşîst a ku xwe weke hêz dibîne ye. Wê tu caran ev qirkirin ser nekevin. Îro êşa me, îro kedera me, xeginiya me mezin e. Em weke gelê wargeha Şehîd Rûstem Cûdî wê malbatê û tevahî kesên ku hatine qetilkirin weke malbata xwe dibînin, êşên wan parvedikin. Weke gelê wargeha Şehîd Rûstem Cûdî em soz didin em ê li hemberî nîjdaperestan, li hemberî tifaqa qirêy ya faşîstan, çeteyan tu caran serî netewînin, heya ku em tola wan bigrin em ê li berxwe bidin.   Sibê dê li bajarên din heman qirkirin...   Em weke gelê wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ji vir bang dikin tevahî parezerên bajarên Tirkiyê û bakurê Kurdistanê li pêş çavên we malbatek hat tunekirin, divê em doza wan bilind bikin, li vê dozê xwedî derbikevin û kesên qatîl û sucdar hesabê vê bidin. Tevahî rewşenbîr kesên demokrat, her kesekî bi wijdan, her kesekî ku xwe weke însan dibîne, bi taybetî tevahî Gelê Kurd divê rabin ser piyan. Ger îro hesab neyê pirsîn, ger îro xwedî li cenazeya ev malbata hatî qetilkirin neyê derketin, sibê wê li bajarên din heman qirkirin berdewam bike. Lewma him li bakurê Kurdistan him jî li tevahî cîhanê li her cihekî ku kurd lê heye, kesên xwe parazvanên mafên mirovan dibînin heye, li hemberî vê hovîtiyê vê bêwijdaniyê bêje êdî bes e.    Em tu carî serî natewînin   Divê em li hemberî vê qetlîamê sozek bidin; em hikumeta AKP-MHP, çeteyên wan ên li hemberî gerîlayên me şer dikin, sîstema ku îro Rêbertiya me di bin tecrîdek herî mezin de digre têk bibin, birûxînin. Wê demê em dikarin bêjin me tola malbata Dedeoglulları girt. Wê demê em dikarin bêjin me tola Denîz Poyrazan û tevahî ciwanên di êrişan de hatine qetilkirin girt, me daxwaza wan cih anî. Ji ber vê car din weke gelê wargehê dibêjin êşa me bi rastî jî mezin e. Lê divê em vê êşê vegerînin, serhildanê, tolhildanê, berxwedanê. Bi îradeyek ji pola li hemberî van çeteyan û faşîzmê derkevin û em tu caran serî natewînin. Em vê daxwazê ji hemû Gelê Kurd dikin.   Bi vê boneyê em tevahî malbatên ku di vê qetlîamê de ji destdayî bi rêzdarî bibîr tînin. Bi hêviya di demekî nêz de hildana tola wan. Em dibêjin ‘Şehîd Namirin, bimre tîfaqa AKP-MHP, bimre îxanet,  bijî berxwedana Gelê Kurd, bijî berxwedana zindanan, bijî berxwedana gerîla, bijî Rêber Apo, bê serok jiyan nabe’.