Têkildari Komkujiya Konyayê 10 kes hatin binçavkirin 2021-07-31 11:16:16   KONYA - Têkildari Komkujiya Konyayê ku 7 kes ji malbatekê hatin qetilkirin 10 kes hatin binçavkirin.   Li navçeya Meramê ya Konyayê, li dijî malbata Dedeogûllari êrişeke nîjadperest pêk hat û 7 ferdên malbatê hatin qetilkirin. Di çarçoveya lêpirsîna ku derbarê komkujiyê de hat bidestxistin de 10 kes hatin binçavkirin. Serdozgeriya Komarê ya Konyayê, têkildarî mijarê daxuyaniyek da û ragihand ku têkildarî êrişa nîjadperest 10 kes hatine binçavkirin û derbarê bûyerê de di koordîneya Serdozgeriya Komarê ya Konyayê de ji bo êrişê Cîgirê Serdozgerê Komarê û 2 dozgerên cûmhûriyetê hatine peywirdarkirin.    Serdozgeriya Komarê jî zimanê desthilatê bi kar anî û angaşt kir ku tespît kirine ku bûyer di navbera 2 ciranan de ji ber nelihevkirineke 11 sal in didome pêk hatiye.    Serdozgeriya Komarê, ragihand ku xebatên wan ên girtina kujer didomin.