KNK'ê komkujiya li Konyayê şermezar kir 2021-07-31 11:02:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Konseya Rêvebir a KNK’ê daxuyaniyek nivîskî da û got: "Tişta li Konyayê çêbûyî tiştek ji rêzê nîne. Wehşete û komkujî ye. Heta niha gelek kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndarbûn. Ev êrîşkar ne tenê bi serê xwe ne."   Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), derbarê êrişa nîjadperest a li navçeya Meram a Konyayê ku ji malbata Dedeogûllari ya ji Qersê 7 kes hatin kuştin, daxuyaniyek da.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Duh êvarî li bajarê Konya yê li navçeya Meramê, nîjadperestên Tirk êrîşê malbatekî kurd kirin, 7 kes qetilkirin û xanî jî şewitandin. Êrîşa li ser vê malbatê ne nû ye, di 12'yê gulana îsal de, komekî nîjadperestên Tirk ku hejmara wan ji 60 kesan zêdetirbûn, êrîşê heman malbatê kiribûn, endamên malbatê birîndar kiribûn û gefên kuştinê li wan xwaribûn.   Tişta li Konya yê çêbûyî tiştek ji rêzê nîne. Wehşete û komkujî ye. Eve demeke li metropolên Tirkiyê (Îzmîr, Enqere, Konya, Afyon, Eskîşehîr, Manîsa, Antalya hw.d.) êrîşên vî rengî li dijî kurdan pêk tên. Heta niha gelek kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndarbûn. Ev êrîşkar ne tenê bi serê xwe ne. Ev êrîş ji aliyê dewleta Tirk ve, ji aliyê hikumeta AKP-MHP-Ergenekonê ve têne organîzekirin. Êrîşkar jî ji aliyê wan ve têne parastin. Amanca van êrîş û êrîşkaran, bi vî rengî kurdan bi tirsînin, bê rêxistin bihêlin, teslîm bigrin û tine bikin. Dewleta Tirk di vî warî de xwedî tecrûbeye.    Di dawiya sedsala 19’an û destpêka sedsala 20’an de, heman tişt anîn serê gelê Ermen û Yewnanan jî. Êrîşên li ser wan jî, vî rengî destpêkir û paşê jî qirkirin (Jenosid). Planê dewleta Tirk yê li ser kurdan jî ew e."