Li Mexmûrê koma 114'an çalakiya greva birçîbûnê dewir girt 2021-07-31 10:48:54   MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" li Saziya Malbatên Şehîdan hat destpêkirin di roja xwe ya 226’an de didome. Çalakvanan diyar kirin ku dê xwedî li destkeftiyên xwe derkevin.    Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Çalakiya greva birçîbunê ya li Wargeha Mexmûrê îro di roja xwe ya 226’an de berdewam dike û koma 114'an çalakî dewir girt. Merasîma dewergirtina çalakiya greva birçîbunê ji bo tevahî cangoriyên azadiyê bi deqeyek rêzgirtinê hat destpêkirin.    Merasîma dewirgirtina çalakiyê bi dirûşmên "Bijî Rêber Apo", "Bê Serok jiyan nabe",”Bijî berxwedana gerîla”,”Qatîl Erdogan” bi dawî bû.