Ji bo 7 kesên hatin qetilkirin Baroyê nobet da destpêkirin 2021-07-31 10:04:11   AMED - Baroya Amedê, ji bo qetilkirina malbata kurd a li Konyayê şermezar bike duh êvarê "Nobeta Edaletê" da destpêkirin.   Li Taxa Haskoy a navçeya Meram a Konyayê di encama êrîşa nijadperest ku li malbata Dedeogullari hat kirin 7 kes hat qetilkirin. Piştî vê Baroya Amedê ji bo ku komkujiyê şermezar bike, li ber Salona Konferansê ya Tahîr Elçî duh êvarê "Nobeta  Edaletê" da destpêkirin. Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, endamên Komîsyona Zimanê Kurdî a Baroyê  û Komelya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ku tevli "Nobeta Edaletê" bûn ji bo 7 kesên ku hatin qetilkirin find pêxistin.   'Me ji bo 7 kesên hatin qetilkirin nobet da destpêkirin'   Hevseroka Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroyê ku di "Nobeta Edaletê" de cih girt  Elîf Bîriklî, diyar kir ku divê li hemberî vê qetlîamê bêdeng nemana û ji bo vê jî "Nobeta Edaletê" dan destpêkirin. Elîfê di berdewamiyê de wiha got, "Me ji bo malbata ku li Konyayê hat qetilkirin 7 find pêxistin û piştre jî me li ser medya civakî ev çalakî ragihand. Hevalên me yên parêzer jî piştgirî dan me. Nobeta me berdewam dike. Em armanc dikin ku heta 19.00'an ê êvarê berdewam bikin. Em ê êvarê jî derbarê ku me çima nobet da destpêkirin de daxuyaniyê bidin û çalakiya xwe bi dawî bikin."