Malbata kurd a hat qetilkirin wê li Goristana Saraçoglu defin bikin 2021-07-31 09:19:16   KONYA -  4 jê jin 7 Endamên malbata li Konyayê hat qetilkirin wê îro piştî nimêja esir li Goristana Saraçoglu bên definkirin.    Li taxa Hasankoy a navçeya Merama Konyayê duh li hemberî malbata Dedeogullari ya kurd a ji bajarê Qersê êrîşa nijadperest hatibû kirin û 7 kesên ji heman malabtê hatibûn qetilkirin. Dayik, Îpek, bav Yaşar û xuşk û bira Serpîl, Serap, sîbel, Bariş û Metîn Dedeogullari duh êvarê ji bo cenazeyên wan bên otopsîkirin rakiribûn Nexweşxaneya Bajarê Konyayê. 7 ferdên malbatê ku hat diyarkirin otopsiya cenazeyên wan hatiye kirin wê îro piştî nimêja esir li navçeya Karatay a Saraçogluyê bên definkirin.     Rojnameger ji nexweşxaneyê hatin derxisitn   Herwiha rojnamegerên ku ji bo nûçeyê bişopînin çûn Nexweşxaneya Bajêr bi hinceta "ferman heye divê rojnameger nekevin hundir" ji morga nexweşxaneyê hatin derxistin.     Li dijî qirkirina nijadperest bang  li gelan kirin   Parêzer Abdurrahman Karabulut ku ragihand ew ê malbat bê definkirin, ji ser hesabê xwe yê medya dijîtal ev parvekirin kir,"Muwekîlên min ên li Konyayê hatin qetilkirin cenazeyên malabta Dedeogullari îro piştî nimêja esir wê li Goristana Saraçoglu bên definkirin.  Em bang li hemû gelên li dijî êrîşên nijadperset derdikevin dikin ku tevli merasîma cenaze bibin."