HDP'yî ji aliyê bi sedan kesî ve hatin pêşwazîkirin 2021-07-30 16:42:25   COLEMÊRG - Heyeta HDP'ê di çarçoveya kampanya "Em HDP'yî ne li her derê ne" li Colemêrgê bi gel re hevdîtin kir. Li gel êrîşên polîsan gel bi dirûşmên "HDP gel e gel li vir e"  bersiv da polîsan.   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di çarçoveya kampanyaya xwe ya "Em HDP'yî ne li herderê ne" bi gel re hevdîtin kir. Heyeta ku ji Hevserokê serdema berê yê HDP'ê Sezaî Temellî, parlamenter û xebatkarên wê pêk dihat, ji Wanê bi konvoyekê ber bi Colemêrgê ve ketin rê. Heyet li ser rêya Colemêrg û navçeya wê Geverê bi girseyî hat pêşwazîkirin.     Piştî pêşwazîkirinê partîzan, bi wesayitinên bi flamayên HDP'ê xemilandî ber bi Colemêrgê ve ketin rê.    Bêtehamuliya polîsan   Çûna bajêr a konvoyê polîsa bi hinceta "rê tê çêkirin" xwestin rawestînin. Lê konvoyê guh neda polîsan û rêya xwe berdewam kir. Konvoy li ber Walîtiya Colemêrgê sekinî û bi gel re hevdîtin kir. HDP'yiyên ku bi coşeke mezin ji alyê gel ve hatin pêşwazîkirin, di serî de serdana esnafan kirin. HDP'yiyên çûn serdana esnafan ji aliyê gel ve bi dirûşmên "HDP gel e gel li vir e" berz kirin. Polîsên ku xwestin pêşiya girseyê bigirin, dirûşm kirin hincet û xwestin ku meşê asteng bikin. Herwiha polîsan heqaret jî li Parlamenter Saît Dede kir.   Li nûçegîhana me dan   Bi biryarbûna girseyê dorpêça polîsan rakir. Lê meş careke din ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Di wê navberê de nûçegîhana me ya ku nûçe dişopand  Rabîa Onver jî polîsan nehişt ku dîmen bikêşe û lêdan.    Girseyê li gel astengiya polîsan jî li ber avahiya HDP'ê daxuyanî da.   'Li Îmraliyê 6 sal e îşkence heye'   Parlamenter Sezaî Telemlî bang li girseyê kir û got, "Fikreke me heye û em ji bo wê îro li vir in. Me tevan bi hev re baweriya xwe bi vê fikrê anî û partiya xwe nîşan da. Sezaî wiha berdewam kir, "Ez li vê derê Birêz Ocalan ê ku ev fikir danî holê silav dikim. Ev fikreke gelek muhîm e.  Ev fikra ku divê gelên li Tirkiye û Rojhilata navîn çawa bi hev re bijîn e. Ji ber wê ye ku îro dixwazin vê fikrê ji holê rakin.  Ji ber wê ye ku 21  sal e li Îmraliyê tecrîd heye. 6 salên dawîn jî li Îmraliyê îşkence heye."   'Muhatap Birêz Ocalan e'   Sezaî axaftina Serkomar Recep Tayyîp Erdogan a Amedê jî bi bîr xist û got, " Dibêjin pêvajoya çareseriyê HDP'ê rawestandiye. Lê HDP pêvajo rêve dibir.  Îqtîdar li dijî aştî û demokrasiyê planê şer xist dewrê. Çareseriya ji vê kaosê jî bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê ye."   Heyetê piştî axaftinê saziyên sivîl ên wekî ÎHD, Baroya Colemêrgê  û OHD ziyaret kirin û banga têkolîna hevpar kir.    Heyet piştre ji bo biçe hevdîtina gel a li navçeya Çelê ji Colemêrgê ber bi Çelê ket rê.