Nobeta 'Edaletê' di bin germahiya zêde de berdewam e 2021-07-30 13:00:59   RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar, ligel betlana edlî li ber Edliyeya Rihayê di bin germahiya zêde de çalakiya xwe ya Nobeta "Edaletê"didomînin.    Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît bi daxwaza “edaletê” 144 roj in li ber Edliyeya Rihayê nobetê digirin. Îro jî Ferît Şenyaşar  wek her sibê hat ber Edliyeyê û dest bi çalakiya kir.    Ferît Şenyaşar axivî û bal kişand ser betlaneya edlî ya ku wê heta 31’ê tebaxê berdewam bike û got: “Têkoşîna me ya edaletê di roja 144’emîn de ye. Îro ez bi tenê nobetê digirim. Çimkî dayika min çû hevdîtina lawê xwe ku sê sal in bi awayek bêhiqûqî girtî ye. Niha li edliyeyên Tirkiyê betlaneya edlî ya giştî heye. Dozgerên ku bi rêya darazê zilmê dikin li betlanê ne û em jî li vir di nobeta edaletê de ne. Tişta ku dewletê li ser pêya digire edalet e. Nabe ku mesaiya edaletê bibe betlane. Bi milyonan însanên wek me ku mexdûr in hene. Bila dozger û dadger edaletê bi cih bînin û piştre biçin betlanayê. Însanên mazlûm di bin zilmê de li edaletê digerin lê dozger û dadger li betlanê ne, ev nayê qebûlkirin. Em edalet û hiqûqê dixwazin.”