'Ji ber polîtîkayên cudakariyê hatin windakirin' 2021-07-30 09:02:56   Marta Somek   STENBOL - Seroka Şaxa Stenbolê ya ÎHD'ê Gulseren Yolerî têkildarî kuştina Şimuni Diril a li Gundê Bêşebaba Şirnexê ya di çileya 2020'î de nirxandin kir. Gulserenê da zanîn polîtikayên bêcezahiştinê cesaretê dide kujeran û wiha got:"Vê bûyerê gef li mafê jiyanê yê Suryaniyan ê li gundê xwe da xwarin."   Suryanî di 1915'an de di Qirkirina Suryaniyan a Sayfo de di bin çavan de û bi cînayetên "kiryarê wê ne diyar" bi zorê hatin windakirin. Di 1980'ê de li dijî Suryaniyên xwestin çanda xwe dibin jiyîn dîsa ev kiryar hatin destpêkirin. Gelek Suryanî bi zorê hatin koçkirin. Hurmuz û Şimuni Diril bi vegera ser gundê xwe yê navê wê Suryanî Mehre ye yê girêdayî Bêşebaba Şirnexê hêz dan Suryaniyên dinê.    Di 7'ê Çileyê 2020'î de Hurmuz û Şimuni Diril hatin revandin û ev 567 roj in xebateke berfireh a lêgerînê nayê kirin. 70 roj şûnde zarokên Şimunî ew kuştî dîtin. Hurmuz Diril jî ev 567 roj in winda ye.  Seroka Şaxa Stenbolê ya ÎHD'ê Gulseren Yolerî têkildarî mijarê nirxandin kir.    'Ji ber polîtîkayên cudakariyê hatin windakirin'   Gulserenê da zanîn ku windakirina di bin çavan de û gefa li ser mafê jiyanê talûkeyeke mezin e û wiha got:"Ev pêkanînan sîstematîk tên kirin. Çimkî heta niha li ser vêya gelek dane me bi dest xistine. Di vê yekê de rola bêcezahiştinê gelek e. Pêkanîna demborîyê ya li ser dosyayên bi vî rengî jî zelal nîşan dide ku bersûc tên parastin. Têkildarî sûcên li dijî mirovatiyê jî lêpirsîneke berfireh nayê kirin. Hurmuz û Şimunî, ji ber polîtîkayên cudakariyê hatin windakirin."    'Nasnameyên cuda wekî tehdît tên dîtin'   Gulserenê diyar kir ku ji xeynî Hurmuz û Şimunî, Yusuf Bilge Tunç ve Huseyin Kuçukozyigit ên Suryanî jî hîn windayî ne û wiha domand:"Dema têkildarî van bûyeran de lêpirsîneke berfireh neyê meşandin jixwe li vir diyar dibe ku sûcdar kî ye. Kurd, ermenî, suryanî, rûm û hemû nasnameyên cuda tên xwestin bên çewisandin. Nasnameyên cuda wekî tehdît tên dîtin. Piştî pêvajoya rewşa awarte ya 2016'an bûyerên windabûyînê, sûcên li dijî mirovatiyê bi rejîma totaliter û zextxwir zêde bûn."   'Divê em hêzeke hevpar ava bikin'    Bersûc kî bila be armanca wan ew e ku Suryanî dîsa venegerin ser axa xwe. Niha li ser lêpîrsîna têkildarî vê bûyerê de biryara nepeniyê heye. Ev jî gavên parastina bersûcan e. Em dema pirs fêda kê ji vê yekê heye pirs bikin. Jixwe navnîşan diyar e. Ev sîstematîk e û ji armancekê xizmet dike. Çimkî ji bo sûcên ji aliyê dewlet û alîgirên dewletê hatine kirin veşartî bimîne bersûc tên parastin. Têkoşîna Dayikên Şemiyê ya 26 salan û ya ÎHD'ê ya 25 salan ji bo hemû rastî bên parvekirin roleke mezin dilîze. Divê em hêzeke hevpar ava bikin û li dijî sûcên bi vî rengî bisekinin."