Çalakiya nobeda 'Edaletê' di roja 143'yemîn de ye 2021-07-29 16:21:50   RIHA - Çalakiya nobeda 'Edaletê' ya Emîne û Ferît Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê didomînin di roja 143'yemîn de ye.    Malbata Şenyaşar di roja 143’emîn de li ber Edliyeya Rihayê çalakiya “Nobeda Edaletê” berdewam kir. Malbat serê sibehê zû hat ber avahiya Edliyeyê û dovîzên bi daxwaza edaletê nivîsandibûn danîn erdê û dest bi nobeda xwe kirin. Malbata Şenyaşar tevî betlaneya edlî û hewaya germ jî bê navber têkoşîna xwe edaletê didomîne.    bi qasî serê derziyê jî edalet pêk nehatiye   Ji parêzerên malbatê Serhat Kûrt jî îro beşdarî çalakiya wan bû. Serhat bi bîr xist ku sê sal di ser bûyerê re derbas bûye û heta niha tu pêşketin di dosyeyê de çênebûye û bi qasî serê derziyê jî edalet pêk nehatiye. Serhat destnîşan kir ku malbat tevî 45 pileya germahiyê jî 143 roj in li ber Edliya Rihayê daxwaza edaletê dike û parêzer û malbat gelek caran xwestin bi dozgeriyê re hevdîtin bikin lê daxwaza wan nehatiye cih. Serhat da zanîn ku wan wek parêzerên malbatê tevî xwestiye biryara veşarî ji dosyeyê were rakirin jî lê dadgeha Meletiyê di 2’yê nîsanê de li gel kêmasiyên dosyeyê jî biryar daye. Serhat diyar kir ku daraz di pêvjoyek ditirse de ye û bang li hemû baroyan, rêxistinên hiqûqê û rêxistinên sivîl kir ku piştgirî bidin malbatê.    'Bila niha edalet pêk were'   Malbatê jî li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha got: “Dayik 143 roj in li ber Edliyeya Rihayê ye û kevirên peyarêyê ku li ber lorandina wê neda heliyan. Daxwaza wê pir zelal e; dixwaze kujerên zarok û hevjînê wê li pêşberî darazê hesab bidin. Dibe ku sibehê dereng be. Bila niha edalet pêk were.”