Salîha Aydenîz: Rojeva sereke ya kurdan tecrîd e 2021-07-29 12:18:18   BEDLÎS - Di çarçoveya kampanyaya "Em HDP'yî ne, Em li her Derê ne" HDP bi STO'yan re li Tetwanê hat gel hevdu. Di hevdîtinê de Salîha Aydenîz wiha got:"Bingeha rojeva me tecrîda li ser Birêz Ocalan e. Ji bo ev tecrîd bi dawî bibe û azadî bê bidestxistin li girtîgehan girtî ev 245 roj in di greva birçîbûnê de ne."   Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, di çarçoveya kampanyaya "Em HDP'yî ne, Em li her Derê ne" li oteleke Tetwana Bedlîsê bi Rêxistina Civaka Sîvîl (STO) hat gel hevdu.    'Rojeva sereke ya kurdan  tecrîd e'   Salîha Aydenîz a di hevdîtinê de axivî diyar kir demeke dirêj e HDP û DBP plansaziyek dane ber xwe û di vê çarçoveyê de bi kampanyaya "Em HDP'yî ne, Em li her Derê ne" li Tetwanê bi STO'yan re hatiye gel hevdu û wiha domand:"Bingeha rojeva me tecrîda li ser Birêz Ocalan e. Ji bo ev tecrîd bi dawî bibe û azadî bê bidestxistin li girtîgehan girtî ev 245 roj in di greva birçîbûnê de ne. Ji bo grevên birçîbûnê yên didomin em dikarin çi bikin? Ji bo daxwazên girtiyan em dikarin bibin bersiveke çawa? Îro êrişên herî mezin li ser ziman, nasname û destkeftiyên kurdan tên kirin. Îro ji bo em dan û stendina fikir û raman bikin em li vir bi STO'yan û dayikan re hatine gel hevdu. Em dizanin ji dîrokê heta niha bi saya têkoşîna dayikan ev zext û zilma li dijî têkoşîna me negihiştiye armanca xwe."   'Em ê rêya xwe bi gel re diyar bikin'   Piştre Mîthat Sancar mafê axaftinê girt. Mîthat diyar kir êrişên li ser kurdan ji ber polîtîkayên dewletê tên kirin û wiha domand:"Sîstema heyî zilmê hildiberîne. Em vê sîstem û îktidarê dikarin çawa biguherin? Em hewil didin bersivên vêya zelal bikin. Wekî di serî de jî me got em ê rêya xwe bi gel re diyar bikin. Em ê rêya xwe bi hêzên demokrasiyê re diyar bikin."   Hevdîtinê bi dan û stendina fikir û raman dewam kir.    HDP û DBP piştî hevdîtinê ji bo biçin navçeya Norşînê ya Bedlîsê derketin ser rê.