Êrişa nîjadperest a li dijî malbata kurd: Polîsan bersûc parastin! 2021-07-29 10:55:09   Oznur Deger   ENQERE - Êrişên nîjadperest ên li dijî gelê kurd her ku diçe zêdetir dibe. Vê carê jî li navçeya Elmadagê ya Enqereyê li dijî malbateke kurd a ji Gevera Colemêrgê ye êrişa nîjadperestî pêk hat. Li gor agahiyên me bi dest xist polîsan gefa "Ez bixwazim ez dikarim te bi çekê bikujim" li malbatê xwarine. Her wiha cîranên malbata kurd bi gotina "Tu ji diya xwe re bêje ez ê te di bin axê kim" gef li malbatê xwarine.    Gotinên siyasetmedaran ên li dijî penaberan û gotinên wan ên dijiminatiya gelê kurd dikin bingeha zêdebûyina êrişên nîjadperest amade dikin. Berê li Afyon, Konya û Enqereyê êriş li dijî malbatên kurd hatibûn kirin. Vê carê jî li navçeya Altindagê ya Enqereyê dîsa êrişeke nîjadperest li dijî malbateke kurd hat kirin.    Li Kuçeya Deryayê êrîşa nîjadperest   Li Kuçeya Deryayê ya Taxa Îspetpaşayê ya Navçeya Elmadagê Z.D. (38) ya ji Gevera Colemêrgê tevî 5 zarokên xwe di 27'ê Tîrmehê de saet li dora 22.30'an ji aliyê cîranên xwe Încî û 2 birayên wê yên navên wan nehat hînbûn û Davut Kuçukerdem û Erdinç Pehlivan ên nîjadperest bi êrişa zayendperest û nîjadperest rû bi rû dimînin.    Yek ji bi hezaran êrişên hatine kirin   Ev tenê êrişeke ji êrişên bi hezaran caran hatine kirin e. Ev di heman demê de yek ji mînaka êrişên li dijî nasnameya jin û kurdan e. Li ser girtina agahiya "êrişa nîjadperest" bi hevala xwe ya rojnameger re em ketin ser rêya Elmadagê.    Koçberiya ji ber nîjadperestiyê   Dema em gihaştin navnîşana êrişa nîjadperest lê pêk hat em bi helwesta dijminatiyê ya jina bi navê "Încî" ya ku piştre em navê wê hîn bûn rû bi rû man. Me wesayeta xwe li ber deriyê Încîyê park kir lê wê got 'Wesayeta xwe rakin'. Me rakir. Piştî çend gavan em li kirdeya bûyerê li Z.D. rast hatin. Me dawetî mala xwe kir. Z.D li qatê jêr ê avahiyê rûdinişt. Dema em çûn alavên xwe kom kiribû. Alavên wê hindik û kevn bûn. Me dest bi guhdarkirina li Z.D. kir.    Du roj berê jî tundî li zarokê wê kirine!   Z.D. berî 4 salan ji hevjînê xwe vediqete û tê li Enqereyê bi cih dibe. Ew bi paqijiya rojane debara xwe dike. Z.D. a ku du salên li kuçeya êriş lê hat kirin dijî wiha got:"Cîranên me ji me re dibêjin. Hûn rojhilatî ne. Hûn "terorîst in". Hûn kurd in. Di 27'ê Tîrmehê de saet di 22.30'an de cîrana min a bi navê Încî ji keça min re got "terorîst" û bi çoyekî êrişî wê kir. Di 25'ê Tîrmehê de jî tundî li keça min E. kiriye. Hîn şop li ser milê wê hene. Polîs û hemû kes aliyên wan digirin. Cîranan ji me re gotin hûn kurd in hûn "terorîst in" herin ji vir. Em we naxwazin. Xeberên zayendperest ji keçên min re kirin. Încî du birayên xwe yên li dora 30 salî şand ser serê me. Hewil dan li lawê min F. bixin. Buxtana dixin hustê me. Ji ber em kurd in bela xwe bi me didin."   Polîs: Min dikaribû bi çekê berda te da   Z.D. diyar kir Davut Kuçukerdem û Erdinç Pehlivan ên li Avahiya Şafakê rûdinên jî dest bi kampanyaya îmzeyê ya "Em li taxê kurdan naxwazin" kirine. Piştre êrişê dest pê kir. Z.D. diyar kir ji ber êrişan wan bang polîsan kirine lê belê polîs dema hatine parastina êrişkaran kirine. Z.D got:"Polîs dema hatin ji zarokên min re gotin 'Min dikaribû bi çekê berda te da'. Min jî got wan tecawizî haneya me kir. Hûn behsa kuştina zarokê min dikin. Ez jî dewlemend bam erebeya min jî heba we yê min biparasta. Ji roja min got ez kurd im bi min re neaxivîn û êrişî min kirin. Cîranan zext li xwediyê xaniyê min Nazim Karademir kirin û wî jî em ji xaniyê xwe qewirand. Şev xew neket çavên me. Me got ew ê êrişî me bikin. Edalet li vî welatî tune ye. Baweriya min bi vê edaletê nayê. Keça min E. ya lêdan xwar çû nexweşxaneyê ji bo raporê bigire lê belê nexweşxaneyê jî got heta polîs neyê em raporê nadin."   Li mala me êrişî me kirin   Lawê Z.D. F. (21) têkildarî êrişa li wan hatiye kirin ev tişt got:"Berî hefteyekê cîranan di navbera xwe de îmze dane hevdu. Gotinên zayendperest li dayika min û xwişkên min kirine û îmze kom kirine. Do wê jinê dîsa ji diya min çêrên zayendperest kir. Got 'Hûn kurd in hûn terorist in. Em we li vir naxwazin'. Ez jî hêrs bûm û min rahişt kêrê. Polîs got ;'Min karibû bi çêkê bera te bida.' Lê belê ew hatin heta mala me û êrişî me kirin"   'Ji ber em kurd bûn êrişî me dikirin'   S. (17) jî diyar kir ku 2-3 hefte berê jî êrişa nîjadperest û gotinên zayendperest hatine kirin û wiha got:"Ji ber em kurd bûn êrişî me dikirin. Digotin 'Em we naxwazin. Bicehemin biçin.' Êvara sêşemê cîrana me Încî hat ser min. Çêr ji min re kir. Ji min re got 'Hûn PKK'yî ne. Hûn terorist in.' Ji ber em kurd bûn me qewirandin."   HDP'ê piştevaniya malbatê kir   Me dît ku ji malên bi alên tirk hatine xemilandin çawa nêrînên dijminatiya li dijî kurdan tên xuyakirin. HDP a ku doza girtinê lê hatiye vekirin hat serdana malbatê û alîkariya malbatê kir.