Girtiyê sirgunî Girtîgeha Eregliyê hatiye kirin meheke di hucreyê de ye 2021-07-29 09:01:34   ENQERE - Malbata girtiyê siyasî Fatih Baran ê sirgunî Girtîgeha Tîpa T a Eregliya Konyayê hat kirin diyar kir ku ev nêzî mehekê ye Fatih di hucreya yekkesî de tê girtin û loma 12 roj in dest bi greva birçîbûnê kiriye û got Fatîh aniye ziman ku mudurê girtîgehê wan mijûl dike û got ew ê dev ji gereva birçîbûnê bernede.    Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li zindanan di roja 245'an de didome. Ji çalakvanên greva birçîbûnê Fatih Baran di 25'ê Hezîranê de ji 3'yemîn Girtîgeha Tîpa T a Tersûsê sirgunî Girtîgeha Tîpa T a Eregliya Konyayê hat kirin. Fatihê ku bêyî agahiya malbata xwe hat sirgunkirin li girtîgehê li hucreya yekkesî tê girtin. Fatihê ku ji bo ji hucreya yekkesî derkeve gelek carî daxwazname daye ji ber bersiveke erênî negirt loma di 16'ê Tîrmehê de dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kir.    Cejin derbas bû lê belê Fatîh hîn di hucreya yekkesî de ye   Malbata Fatih diyar kir ku bi rêya hevdîtina bi telefonê ew hîn bûne mudurê girtîgehê gotiye dema Fatih dev ji çalakiya greva birçîbûnê berde wê wî ji hucreya yekkesî derxe lê Fatih ev daxwaz qebûl nekiriye. Dayika Fatih Miran Baran ev tişt got:"Tevî ku cejin derbas bû jî hîn Fatih di hucreya yekkesî de tê girtin. Fatih ji min re got: 'Heta ew min nedin hinda hevalên min, heta ez ji wî deriyî derbas nebim ez ê çalakiya greva birçîbûnê bidomînim. Mudurê girtîgehê me tim mijûl dike. Loma ez baweriya xwe pê nînim'."   'Ev cezayê hucreyê çi ye?'   Miranê bi lêv kir ew dixwazin demildest daxwazên Fatih bên cih û wiha domand:"Daxwaza lawê min ew e derbasî hinda hevalên xwe bibe. Vê zilmê kesek heq nake. Bila vê neheqiyê êdî li lawê min jî nekin. Ez wekî dayikekê bê çare me. Lawê min zilim li tu kesî nekiriye. Ew çima zilmê li lawê min dikin? Bê sedem û bêyî ji me re bêjin lawê me avêtine hucreyê. Ez ji vir bang dikim; Bila demildest lawê min ji hucreya ku bê sedem avêtine derxin. Ger neheqî kiribe bila cezayê xwe bibîne lê belê Fatih tu sûc nekiriye. Ez fam nakim ev cezayê hucreyê çi ye? Ger lawê min lawê wan ba dê cegera wan jî neşewitiya? Belasebe lawê min avêtine hucreya yekkesî. Cegera min dişewite. Bila demildest lawê min ji hucreyê derxin û bibin gel hevalên wî."   'Li girtîgehê nîjadperestî tê kirin'   Îbrahim Sutcu yê li Girtîgeha Tîpa T a Eregliyê tê girtin da zanîn nîjadperestiya li derve tê kirin niha li girtîgehan jî tê kirin û got bi taybet mudurê nû hatiye di wî derdî de ye ku xwe ispat bike û bi helwesteke tund nêz dibe û got:"Ji bo Fatih bê gel me, me daxwazname da û em bi îdareya girtîgehê axivîn. Lê belê dema îdare daxwazên me qebûl neke em ê jî dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya nedorveger bikin."   Girtiyên siyasî di hucreyên yekkesî de tên girtin   Her girtiyên siyasî yên sirgunî  Girtîgeha Tîpa T a Eregliyê tên kirin bi muameleya nebaş bi heman şêwazê rû bi rû dimînin. Her girtiyen siyasî yên sirgunî vê girtîgehê tên kirin bi muameleya ne baş, lêgerîna tazî rû bi rû dimînin. Li gor raporên ÎHD'ê jî girtiyên sirgunî Girtîgeha Eregliyê tên kirin demeke dirêj di hucreya yekkesî de tên hiştin. Îdareya girtîgehê jî binpêkirina mafên li girtîgehê wekî ku normal be nîşan dide.   Li gor rapora OHD'ê ya li ser esasên agahiyên girtî û malbatan hatiye amadekirin rewşa hinek girtiyên ji girtîgehên cuda yên Tirkiyeyê sirgunî Girtîgeha Eregliyê tên kirin wina ye:   *Omer Sipek, dema ji Girtîgeha Çorumê tê sirgunkirin li Girtîgeha Eregliyê salek û 6 mehan di hucreya yekkesî de tê girtin.   *Faik Budak dema ji Girtîgeha Tîpa M a Ceyhanê sirgunî Girtîgeha Eregliyê tê kirin 2 sal û 6 mehan li hucreya yekkesî tê girtin.    *Îbrahim Sutcu dema di 26'ê Îlona 2019'an de ji 2'yemîn Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê sirgunî Girtîgeha Eregliyê tê kirin 10 mehan di hucreyê tê hiştin şûnde derbasî qawişa normal dikin.    * Li gor rapora parêzerên girtiyê bi navê Hasan Muhammet Îbiş ê ji 2'yemîn Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê sirgunî Girtîgeha Eregliyê tê kirin Hasan Muhammet Îbiş di têketina girtîgehê bi tundiyeke giran rû bi rû dimîne û 8 mehî li hucreya yekkesî tê girtin.    *Dilxas Kiliçoglu dema ji Girtîgeha Tîpa F a Wanê sirgunî Girtîgeha Eregliyê tê kirin 3 mehan di hucreya yekkesî de tê hiştin.    *Omer Hayat, Îmam Buzi, Cudar Îcus, Mehmet Can di 16'ê Cotmeha 2020'î de li Girtîgeha Kirşehirê sirgunî Girtîgeha Eregliyê tê kirin di ketina girtîgehê de lêgerîna tazî li ser tê ferzkirin û ev 4 girtî nakin qawişa siyasiyan dikin qawişeke cuda ya blokeke cuda.    * Fatih Baran ji Girtîgeha Tîpa T ya 3'yemîn a Tersûsê di 25'ê Hezîranê de sirgunî Girtîgeha Eregliyê tê kirin û ji wê demê heta niha di hucreya yekkesî de tê girtin.