Rapora girtîgehên herêma Marmarayê: Tecrîdê bi dawî bikin 2021-07-28 16:35:30   STENBOL- ÎHD'ê binpêkirina mafan a 3 mehan ku li girtîgehên Herêma Marmarayê pêk hatiye bi raporekê bi raya giştî re parve kir. Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, diyar kir ku li gorî serlêdanên ji girtîgehan tên binpêkirin zêde bûne û got ku bila tecrîd demildest bi dawî bibe.   Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê rapora sê mehan a binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Herêma Marmarayê amade kir û bi raya giştî re parve kir. Rapor a mehên nîsan, gulan û hezîranê ye. Ji bo parvekirina raporê li avahiya Şaxa ÎHD’ê civîna çapemeniyê hat lidarixstin.    Rapor têkildarî qewimandina binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Sîlîvriyê, Girtîgeha Tekîrdagê ya Tîpa F a Jimara 1’an û 2’yan, Girtîgeha Edîrneyê ya Tîpa F, Girtîgeha Kandirayê ya Tîpa F, Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan, Girtîgeha Bandirmaya Balikesîrê ya Tîpa L a Jimara 1’an, Girtîgeha Maltepeyê ya Tîpa L a Jimara 2’yan û 3’yan, Girtîgeha Bafraya Samsûnê ya Tîpa T, Girtîgeha Gebzeyê ya Tîpa M, Girtîgeha Vekirî ya Sîlîvriyê, Girtîgeha Jinan a Edîrneyê, Girtîgeha Bûrsayê ya Tîpa H, Girtîgeha Kepsûta Balikesîrê Jimara 1’an hatiye amadekirin.    'Tenê di mehekê de 30 serlêdan hatin kirin'    Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî hûrguliyên raporê eşkere kir û got di meha nîsanê de 6 serlêdan, di meha gulanê de 30 serlêdan û di meha hezîranê de 36 serlêdan ji bo komeleya wan hatine kirin. Gulseren da zanîn ku ji 72 serlêdanan 5 serlêdan ên jinan e û 67 serlêdan jî yên mêran e û ji van serlêdanan 16 serlêdan ên girtiyên edlî ne û 56 serlêdan ên girtiyên siyasî ne û di van serlêdanan de tespît kirine ku hezar û 490 binpêkirinên mafan qewimîne. gulseren got bi rêya çapemeniyê jî binpêkirinên ku tespît kirine hejmar derketiye hezar û 609 binpêkirinên mafan.    'Binpêkirin berdewam dike'   Gulserenê anî ziman ku di serlêdanan de muameleya xerab, îşkence, astengkirina mafê tenduristiyê, mafê ragihandin, mafê perwerdehiyê û xwe gihandina edaletê û gelek mijarên din hene û got: “Seranserî sê mehan, êrişên fizîkî li dijî girtiyan pêk hatine. Girtî bi gefan re rûbirû mane, li girtiyan dane, lêgerîna tazî li ser wan kirine û serdegirtina hucreyan pêk hatine. Îşkence û muameleya xerab, binpêkirina mafê tenduristî û tedawiyê, qedexeyên kêfî û sepanêin din berdewam kirine. Bi hêceta şewba koronayê re mafên civakî yên girtiyan hatine desteserkirin û ev astengkirin didome. Li girtîgehan tecrîd û îzolasyon girantir û kûrtir bûye. Ji ber ku tevdîrên têrkirî nayên girtin, pêketiyên Kovîd-19’ê zêde bûne.”