Li Agiriyê dirûşma 'HDP gel e gel li vir e' hat berzkirin 2021-07-28 16:28:35   AGIRÎ - Şandeya HDP û DBP'ê ya bi dirûşma "Em HDP'yî ne HDP li her derê ye" ji bo hevdîtina bi gel re çû Agiriyê bi dirûşma "HDP gel e gel li vir e" hat pêşwazîkirin.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya kampanyaya “Em HDP’yî ne, HDP li her derê ye” li Agiriyê hevdîtinên gel li dar xist. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydeniz, parlamenterên HDP’ê, hevşaredarên HDP’ê ku qeyûm tayînî şûna wan hatine kirin, rêveberên herêmê beşdarî hevdîtinê bûn. Salîha û Mîthat li balafirgehê ji aliyê bi sedan kesî ve bi berzkirina dirûşman hatin pêşwazîkirin.    Bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' hatin pêşwazîkirin   Hevserokên partiyan bi konvoyê derbasî navenda bajêr bûn û li ser cadeya berê ya Wanê serdana esnafan kirin. Xelkê bi berzkirina dirûşmên “HDP gel e, gel li vir e” û “Jin jiyan azadî” hevserok pêşwazî kir. Girse pişt re bi coşek mezin heta ber avahiya HDP’ê meşiya.    'Gel çok danenî'   Hevserok Salîha Ayedeniz li ber avahiya HDP’ê axivî û got: “Bi salan e bi zext û zordariyê bi ser partiya me ve tên. Lê belê tevî hemû êriş û zextan jî xelkê me li têkoşîna xwe xwedî derdikeve û bi rê ve dibe. Heta niha vî gelî li hember zextan çok daneniye û wê daneyne.”    'Wê nikaribin me têk bibin'   Hevserok Mîthat Sancar jî axivî û wiha got: “Em spasiya gelê xwe ku li çiyayên hênik ên Serhedê me bi germahî pêşwazî kirin, dikin. Me got ‘Em HDP ne û li vir in’. Meşa ku me li Agiriyê kir, me li çar aliyê welat dikin. Ya ku ev hêz daye me, ked û têkoşîna gelê me ye. Em mafdar in û em ê bi ser bikevin. Ne bi zextên polîsan û ne jî bi girtinan wê nikaribin me têk bibin.”    Piştî axaftinan hevserokên partiyan û şandeya li gel wan derbasî navçeya Panosê ya Agiriyê bûn û beşdarî civîna gel bûn.