Em hêza xwe dikin yek 'Tundiyê Asteng dikin' 2021-07-28 09:04:16   Hîkmet Tunç   WAN - Endama Damezrîner Komeleya STAR a Jinê ku li Wanê projeya "Em Tundiyê Asteng dikin" a li hemberî her cureymê tundiyê rêve dibe Meryema Aslan, diyar kir ku têkoşîna bi tundiyê re tenê ne karê komeleyan e û got, "Dema ku em hêza xwe bikin yek em ê karibin li mafê xwe yê jiyanê xwedî derên."   Komeleya STAR a Jinê ku li Wanê di 2020'î de li dijî her cureyê tundiya li jinê di 7'ê Nîsanê de hat damezrandin û Kongreya xwe ya 1'emîn a Awarte li dar xist, serdema nû bi projeyên nû pêşwazî dike. Komele di vê çarçoveyê de li Wanê projeya Mor Salkim a Komeleya Piştevaniya bi jinê re ya bi dirûşma "Em tundiyê asteng dikin" ku daye destpêkirin rêve dibe. Di çarçoveya vê projeyê de li Bursa, Wan, Edîrne, Trabzon û Mêrsînê xebat tên kirin. Ji endamên damezrînêr ên komeleyê Meryema Aslan, derbarê projeyê de axivî.    'Em dixwazin li gel hemû jinan bin'   Meryema diyar kir ku di sedsala 21'ê de tundiya li jinê tê kirin zêde bûye û sedema vê jî polîtîkayên tundiyê yên îqtîdarê ne, li Wanê jî ji ber van polîtîkayan demeke dirêj mekanîzmayeke  ku jin serî lê bidin ji holê hatin rakirin. Meryma anî ziman ku li bajêr demek dirêj saziyên ku li hember tundiyê têkoşînê bidin kêm bûne û got, "Me di serdema nû de bêhetir li taxan ji jinan re bahsa komeleya xwe kir. Em dixwazin ku em li gel her jina ku pêdiviya wê bi me hebe bin û bêyî ku em cudakariyekê bikin  xwe bigihînin hemû jinan."   Li bajarê nûfusa wî zêdeyî milyonekê ye tenê stargehek heye'   Meryema bal kişand ser girîngiya rêvebirina projeyê ya bi rêxistinên Saziyên Sivîl (STO) û bi vê re ew dixwazin bi hemû STO'yan re tora têkoşînê bihûnin. Meryema wiha berdewam kir, "Ji ber vê ji Wanê heta Edîrneyê em li Wanê Projeya Mor Salkim a bi dirûma 'Em tundiyê astng dikin' rêve dibin. Bi vê projeyê re tê hedefkirin ku xwe bigihînin hemû jinan. Wekî saziyên sivîl dixwazin li hemer hemû cureyên tundiyê bi hev re têkoşînê bidin. Em di komxebata Mor Çati a stargehan de ne. Em dizanin ku di vî warî de çavkanî gelek kêm in. Li bajrê tenê sitargehek jinan a girêdayî ŞONIM'ê heye. Em dizanin ku stargeh kêm in û nikarin pêdiviyên jinan pêşwazî bikin."   ‘Şiddeti Frenliyoruz’ projesine şoförlerden ilgi   Meryema diyar kir ku projeya "Em tundiyê asteng dikin" ajovanên taksiyan digire nav xwe û diyar kir ku ew di vê çarçoveyê de bi Odeya Otomobîlvanan û ajovanan re û bi Odeya Esnafan re tevdigerin. Meryema got ku projeyê li Wanê ew rêve dibin û wiha berdewam kir, "Li wanê li 5 rawestegehên taksiyan me 50 şofor diyar kirin. Li Wanê bi giştî, me 41 cih tesbît kirine. Ji ber ku bi taybetî di mehên biharê de gelek turîst serdana bajêr dikin. Me kursên xwe li gorî ku 50 ajovan bênê eyar kirine.  Ev porojeyeke ku em bi her Odeyên Şofêran ên li  bajaran re rêve dibin re ye.  Lê daxwaz gelek zêde ye û me dît ku pêdiviyeke mezin bi vê porojeyê heye."    'Bi serdana ajovanekî taksiyê re proje pêş ket'    Meryema got ku proje bi serdana ajovanekî taksiyê pêş ket û ev tişt got, "Proje li ser serlêdana ajovanekî ku hat Mor Salkimê û got, 'muşteriyek min bi lez û bez li taksiyê siwar bû, gelek bi fikar bû û min jî nizanibû ku ez ê serî li ku bidim' pêş ket. Li mala xwe an jî li cihekî din jinek ku tundî lê bê kirin di serî de ji bo ku cihê lê ye terk bike divê telefonî ajovanekî taksiyê bike û ji wê rizgar bibe. Jina ku wêderê jî terk bike di serî de nizane ku wê çi bike. Ji ber wê jî me ev pêşniyar li ber çav girt û me dît ku pêdiviya jinan bi tiştekî wiha jî heye. Ji ber ku ji her aliyî kes li taksiyan siwar dibin."   Bi 4 zimanan broşur hatin belavkirin    Meryema got ku heta niha ji bo 5 rawestegehan perwerde dane û broşurên ku armanca projeyê vedibêjin bi 4 zimanan belav kirin .Meryema diayr kir ku ku wan bi kurdî, tirkî, farisî û jingilîzî broşûr belav kirine û berdewam kir, "Me pênûsên ku nimareya telefona pêdivî pê heye û aksesuarên taksiyan jî li ajovanên wan belav kirin û me bi vê re ji wan re destnîşan kir ku dema pirsgirêk hebe wê serî li ku bidin û tora mudaxeleyê ava kir."