'Îktidar û alîgirên îktidarê nîjadperestiyê sor dikin' 2021-07-28 09:03:07   ENQERE - Welatiyên têkildarî zêdebûna êrişên nîjadperest ên li Anatolyaya Navîn nêrînên xwe anîn ziman diyar kirin ku gotinên îktidar û alîgirên îktidarê nîjadperestiyê sor dikin û wiha gotin:"Ji bo nîjadperestî bi dawî bibe divê pêvajoyeke nû ya çareseriyê dest pê bike."   Nîjadperest Onur Gencer di 17'ê Hezîranê de êrişî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê kir û xebatkara partiyê Deniz Poyraz qetil kiribû. Li ser vê yekê êrişên nîjadperestî dîsa di rojevê de cihên xwe girtin. Îktidara qetilkirina Denizê rewa dibîne, gotinên alîgirên îktidarê û polîtîkayên bêcahiştinê dibe sedem ku bingeha êrişên nîjadperestî xurt bibe. Piştî vê yekê di 21'ê Tîrmehê de li Konyayê bi êrişa nîjadperest Hakim Dal hat qetilkirin. Her wiha li Afyonê jî êrişa nîjadperest li dijî karkerên kurd hat kirin. Tevî van êrişana li Enqereyê jî di 20'ê Tîrmehê de li dijî kurdan dîsa êrişa nîjadperestî hat kirin.    Me têkildarî êrişên nîjadperest ên li ser kurdan mîkrofan dirêjî welatiyên li Enqereyê dijîn kir. Gelek welatiyan diyar kirin ku sedema êrişên nîjadperest helwest û gotinên îktidar û alîgirên wê ne.    'Siyasetmedar êrişên nîjadperest sor dikin'   Selma Altun da zanîn ku rewşa Tirkiyeyê ber bi başbûnê ve naçe û wiha got:"Kurd îro li her derê hene. Kurd, tirk, laz li her derê hene. Mirov û ajal tên kuştin. Gelek kes li hemana ne ku berê xwe bidin tundiyê. Em bûn gelekî ku ji şer û pevçûnê re amade bin. Siyasetmedar êrişên nîjadperest sor dikin û gel jî li dû vê yekê diçe. Kurd û tirk di nav hev de dijîn. Lê kesên ku tevliheviyê çêdikin pir in. Mirov li her derê mirov in."   'Nîjadperestî cahiltî ye'   Ayşenur Kilinçarslan da zanîn ku nîjadperestî cahiltî ye û wiha pê de çû:"Kurd xwediyê çandeke cuda ne. Mirovên cahil û jixwe razî xwe ji mirovên din mezintir dibînin. Ji bo egoya xwe jî tatmîn bikin nîjadperestiyê dikin. Divê mirov di her hawî de têgihiştî be. Divê hemû polîtîka bên guhertin. Ez dixwazim li welatekî edalet lê hebe bijîm."   'Ez tirk im lê belê ez li aliyên kurdan cih digirim'   Gulsum Ablak jî bi lêv kir ku ew cudatiyê naxe navbera mirovan û wiha got:"Kurd, elman, rûs, tirk hemû wek hev in. Ez tirk im lê belê ez li aliyên kurdan cih digirim. Me Sûriyeyî li welat bi cih kir lê belê em mafê dardekirina tabelayekê nadin kurdan. Çima axaftina bi kurdî ne serbest e? Kurd û tirkan bi hev re ji bo vî welatî şer kirine lê belê maf nadin kurdan didin ên ji derve tê. Divê berê zihniyet bê guhertin. Ez rastgir bûm lê ez guhertim. Ez dixwazim li welatekî azad bijîm. Kurd jî vê yekê dixwazin. Ez wekî tirkekê kurdan mafdar dibînim. Mafên kurdan tên sînorkirin."   'Divê her kes alîkariya hevdu bikin'   Gulhanim Karababa da zanîn yê li serî çawa dixwaze pergal wiha tê guhertin û wiha pê de çû:"Ez tu carî cudatiyê nakim. Ya girîng ew e ku yê li serî wekheviyê bigire ber çavan û li gor wê guhertinê pêk bîne. Divê her kes alîkariya hevdu bikin da guhertinek pêk bê."   'Êrişên nîjadperestiyê ji ber cudakariyê pêk tên'   Ezgi Çetinkaya da zanîn ji warê rastgirî û çepgiriyê gelek cudakariyan rû dane û wiha got:"Mirov li mana ne ku kesên ne ji wan be cuda bibînin. Bi taybet gelek kes beşeke mirov li derveyî jiyanê dixwazin bihêlin loma beşa ku cudakariyê nake jî di bin bandora vê yekê dimîne û cudakariyê dike. Loma jî êrişên nîjadperest pêk tên. Êrişên nîjadperest ji ber cudakariyê pêk tên."   'Dikare ji nû de pêvajoya çareseriyê bê destpêkirin'   Rahşan Sezgin anî ziman sedema nîjadperestiyê sûcê rayedaran e û wiha got:"Ez ji yê serî hez nakim lê partiyên din jî wiha dikin. Divê ew berê xwe serast bikin ku gel jî li gor wan tev bigere. Dikaribû pêvajoya çareseriyê bi rêk û pêk bihata meşandin. Dikaribû mirov bên gel hevdu. Lê ev yek jî wekî alaveke siyasetê bi kar anîn. Divê yên li ser di destpêkê de gel bifikirin. Dikare ji nû de pêvajoya çareseriyê bê destpêkirin. Divê sîstem bê guhertin. Divê jiyaneke azad a herkesî hebe."   'Bi salan e cudakarî di navbera kurd û tirkan de heye'   Welatiyeke nexwest navê xwe bêje wiha got:"Li vî welatî em hemû bi hev re dijîn û divê nîjadperestî neyê kirin. Nîjadperestî ji ber cahiltiyê ye. Bi salan e cudakarî di navbera kurd û tirkan de heye"