Li Mexmûrê koma 112'an çalakiya greva birçîbûnê dewir girt 2021-07-27 10:47:08   MEXMÛR - Îro koma 112’an çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê  hatiye destpêkirin, dewir girt.    Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Çalakiya ku 122 roj in berdewam dike îro koma 112'emîn dewir girt.    Çalakiya gireva birçîbûnê bi tevlîbûna sedan şêniyên wargehê bi deqeyek rêzgirtin a ji bo têkoşerên azadiyê hat destpêkirin.  Li ser navê koma 111’an Emer Tahir di serî de xêrhatina gel kir û wiha axivî:"Armancên hemû çalakiyên me yên li Mexmûrê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye. Em ji wargehê ji dil û can silavên xwe ji rêbertiya xwe û berxwedêrên zindanan ku bi salane li ber xwe didin re dişînin, dibêjin em hêzê ji we digirîn û li rex we ne. Dîsan li seranserê Kurdistanê şerekî topyekun li ser îradeya gelê kurd gerîlayên azadiyê dide meşandin. Li hember van êrişan berxwedanek bêhempa ya şervanên azadiyê tê meşandin û nahêlin ku meskenê wan ji dijmin re bibe cih û war. Gele kurd her tim li ber xwe daye û bi berxwedana xwe bi ser ketiye, em soz didin ku em ê vê carê jî bi berxwedana xwe bi ser bikevin."   Merasîma çalakiya dewirgirtinê bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bu.