Parêzerên Abdullah Ocalan banga lezgîn li CPT'yê kirin 2021-07-27 10:33:37   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo qedexekirina hevdîtinên parêzer, malbat û vasî ya bi Ocalan re bi dawî bibe serî li CPT’iyê dan. Di serlêdanê de ji bo tecrîd bi dawî bibe û pêşiya hevdîtina were vekirin bang li CPT’iyê hat kirin ku wezîfeya xwe bike.    Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, ji bo qedexeya li ser hevdîtina parêzer, malbat û wasiyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe serî li Komîteya Şopandin û Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) da. Di serlêdanê de hat gotin qedexeyên hevdîtinê di meha adar, nîsan, gulan û hezîranê de bi awayekî sîstematîk dewam kiriye û ev rewşa heyî li dijî destûra bingehîn û peymanên navneteweyî ye. Di serlêdanê de ji bo tecrîd bi dawî bibe û pêşiya hevdîtina were vekirin bang li CPT’iyê hat kirin ku wezîfeya xwe bike.    Parêzeran di serlêdanê de her wiha têkildarî serlêdanên ji bo Abdullah Ocalan û Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ên li gel wî tên ragirtin û bersivên wergirtine û ji bo dawîkirina tecrîdê hin daxwaz jî pêşkêş kirine.    Bersiva serlêdanê nehatiye dayin   Di metna serlêdanê de cih dane serlêdanên ji bo Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û di tevahiya 4 mehan de ne erênî û ne jî neyînî bersiva serlêdana wan a hevdîtinê nehatiye dayîn. Di vê demê de herî kêm her car 4 parêzeran 68 caran serî li dozgeriyê dane û bira û wasiyê Abdullah Ocalan jî ji bo hevdîtinê 20 caran serlêdan kirine. Di metna serlêdanê de hat gotin parêzer ji 7’ê Tebaxa 2019’an ve û malbat jî ji 3’yê Adara 2020’an ve heta niha qet hevdîtin nekirine.    Li Girtîgeha Îmraliyê Rewşa Awarte didome    Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku li Girtîgeha Îmraliyê Rewşa Awarte didome û hevdîtinên telefonê jî birêkûpêk pêk nayên û xetereya têkildarî rewşa Ocalan berdewam dike. Di serlêdanê de hat gotin hemû biryarên derbarê Ocalan û girtiyên din de hatine girtin ne hiqûqî ne û ev biryar di çarçoveyên polîtîk de tên girtin. Di serlêdanê de hat diyarkirin ku biryarên tên girtin kes nikare rave bike û parêzer nikarin naveroka dosyeya biryaran fêr bibin. Parêzeran di serlêdanê de got hemû îtîrazên wan ên ji bo biryarên li Îmraliyêt ên girtin ji aliyê 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê ve tên redkirin. Parêzeran got her çiqas wan bi şexsî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabe jî lê derbarê serlêdana xwe de tu bersiv wernegirtine.   Tecrîd berdewam dike    Di serlêdanê de hat diyarkirin ku qedexeya hevdîtina telefonê û desteserkirina nameyan ango nedana nameyan ji bo miwekîlên wan jî berdewam dike. Parêzeran di metna serlêdanê de destnîşan kir ku qanûnên destûra bingehîn li Îmraliyê nayê sepandin û ji ber vê yekê tecrîd berdewam dike û hat diyarkirin ku daraz û îqtidar di tecrîdê de dest dane destê hev û bi hev re tecrîdê pêk tînin.    Dê wek muameleya xerab û dij mirovane derbasî qeydan bibe.    Di metna serlêdanê de hat destnîşankirin ku li tevahiya girtîgehên Tirkiyeyê ji bo tecrîd bi dawî bibe bi hezaran girtî di greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger de ne û tevî bang û daxuyaniyên Komîteya we jî tecrîd didome û daxwazên girtiyan nayên qebûlkirin. Di serlêdanê de hat gotin 768 hiqûqzanên li Tirkiyeyê kampanya îmzeyan a li dijî tecrîdê ku qebûl nakin dane destpêkirin û hiqûqzan ji bo mafên bingehîn werin pêkanîn bang li rayedaran dikin. Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku têkiliya Ocalan û girtiyên li cem wî her cûre riyên pêywendî danînê bi cîhana derve re hatine qedexekirin û qedexekirina li ser hevdîtina parêzer, malbat û wasî ku bi awayek sîstematîk berdewam dike dê wek muameleya xerab û dij mirovane derbasî qeydan bibe.    Daxwazên parêzeran   Parêzeran di serlêdanê de ji bo bidawîkirina îşkence û sepanên muameleya xerab bang li CPT’iyê kirin û xwestin wezîfeya xwe pêk bîne. Ev daxwazî ji CPT’iyê hatin kirin:   “* Divê Komîteya we bi awayek lezgînî serdana Grava Îmraliyê bike.    * Divê serdana parêzeran tavilê pêk were û her tim berdewam bike.    * Lazim e hevdîtina malbatê û vasî her tim pêk were û cezayên dîsîplînê yên dijhiqûqî werin bidawîkirin.    * Li gel mafê serdanê divê mafê axaftin bi telefonê jî bi cih were anîn.    * Lazim e astengiyên li pêşiya name û faksan werin bidawîkirin.    * Pêwîst e astengiyên li pêşiya rojname, kovar û pirtûkan ku sepanên dijhiqûqî ne werin bidawîkirin.    *  Em bi lezgînî daxwaz dikin ku îşkence, sepanên dijmirovane û muameleya xerab werin bidawîkirin û tevdîr û prosedur werin bikaranîn û bikevin meriyetê.