Ji Fatma ya ku tundî lê dihat kirin agahî nayê girtin 2021-07-26 14:55:51     AGIRÎ - JI Fatma K. a li Panosê ji 16'ê Tîrmehê ve agahî nayê girtin. Xizmên wê yên ji bavê wê bi gûman diyar kirin ku li Fatma tundî dihat kirin.   Fatma K. (24) a li Taxa TOKÎ'yê ya Panosa Agiriyê dima ji 16'ê Tîrmehê de agahî nayê girtin. Xizmeke Fatmayê ku xwe gîhand ajansa me, diyar kir ku Fatma berî winda bibe ji aliyê bavê xwe Aydin K. ve bi darê zorê hatiye zewicandin û ji ber tundiya lê hatiye kirin jî hevjînê xwe berdaye.    Li gorî îdaya xizma malbatê ku xwe gîhand ajansa me, roja bûyerê bavê Fatmayê Aydin K. lê daye û îda kir ku Aydin K. hem li Fatmayê û hem jî li dayika wê tundî dikir.   'Ewlehiya canê dayikê tune ye'   Îdayên hatin kirin bi vê jî bi sînor neman, xizma wê îda kir ku Fatma berê jî ji aliyê bavê xwe de ji bo pere bi darê zorê hatiye zewicandin, dayika wê jî tehdît kiriye û ewlehiya canê dayika wê tune ye. Herwiha xizma Fatmayê ji bo ku Fatma bê ditîn jî banga hestiyariyê li raya giştî kir.    LI aliyekî jî ji bo ku em van îdayên tên kirin ji dayik û bavê Fatmayê bipirsin me telefon kir lê tu bersîv nedan telefona me.