ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2021'Ê 2021-07-26 09:00:00     *Parêzera Feminist Canan Arîn got ku di êrîşa zayendî li hember zarokan de lêgerîna delîlên şênber dê êrîşkaran teşwîk bike û got ku di 4'emîn Pakêta Darazê de dê pênaseya êrîşa zayendî û çarçoveya wê jî biguhere. Canê hişyarî da ku di rojên pêş de dê qanûna 6284 û ya Medenî jî bibe hedef.   *-Serpîl Kemalbay a HDP'yî êrîşên nijadperest ên li heberî kurdan wekî encama zîhniyeta yekparêz a dewletê û berdewamiya hebûna wê ya milîtarîst ya ji aliyê îqtîdaran ve pêknase kir û got ku pariyên muxalîf di warê pêkanîna erka xwe de û piştevaniyê de qels dimînin. BI DÎMEN