Ji HDP'ê pîrozbahiya Cejna Gadîr Hûmê 2021-07-25 15:03:54     ENQERE - Alîkara Hevserokên HDP'ê ya ji Komîsyona Bawerî û Gelan Berpirsyar Tulay Hatîmogûllari Cejna Gadîr Hûmê ya Elewiyên Ereb pîroz kir.   Alîkara Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan ya ji Komîsyona Bawerî û Gelan Berpirsyar Tulay Hatîmogûllari derbarê Cejna Gadrîr Hûmê ya ku her sal di 18'ê meha Zilhice de tê pîrozkirin de daxuyaniyek da   Tulaya Hatîmogûllari di daxuyaniya xwe de got, "Cejna Gadîr Hûmê ku her sal di roja 18'an a meha Zîlhîce rast tê, weke yek ji cejnên herî pîroz ên Elewiyên Ereb tê pîrozkirin. Di serî de Elewiyên Ereb ên li Tirkiyeyê ku bi giranî li Hatay, Edene, Mersînê dimînin, em Cejna Gadîr Hûmê li Elewiyên Ereb hemûyan ji dil pîroz dikin."   Herwiha di daxuyaniyê de hate xwestin ku Cejna Gadîr Hûmê weke betlaneya fermî ya olî bê ragihandin û di dawiyê de ev tişt hat gotin, "Em hêvîdarin ku cejn bibe wesîleya aştî û wekheviya li welatê me û Rojhilata Navîn."