Emîne û Ferît Şenyaşar: Bê edaletî dê rûxandinê bîne 2021-07-25 12:08:12     RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar ên ku ji 9'ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê  çalakiya "Edaletê" berdewam dikin, got, "Vê bê edaletiyê herkes temaşe dike."   Malbat ji ber betlana dawiya hefteyê ku edliye girtî ye nobeta xwe li mala xwe ya li Pirsûsê li mala xwe berdewam dike.   Malbatê li ser hesabê xwe yê dijîtal ev parvekirin kir, "Seranserî dîrokê edaletê bextewarî, daye civakê. Bêedaletî jî tunebûnû hilweşandin aniye. Malbata parlamenterek li nexweşxaneyê komkujiyê dike. Dozgerek wêrek dernakeve û hesab napirse. Herkes li vê bê edaletiyê temaşe dike.”