ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2021'Ê 2021-07-25 09:00:00     *Parlamentera DHP'ê Tulay Hatîmogullari li ser êrîşên nijadperest ên li heberî kurdan nirxandin kir û got: "Ev êrîş li hember Gelê Kurd ku di bikaranîna zimanê xwe de israr dike pêk hatine. Êrîş li heberî piştevaniya kurdan a bi HDP'ê re ne û di heman demê de êrîşek li hemberî HDP'a ku li Tirkiyeyê di warê pêşketinên siyasî de roleke mezin girtiye ser xwe ye." DÎMEN HEYE    *Kedkarên demsalî ku li her bajarên diçinê di serî de êrşên nijadperest bi her awayî neheqî li wan tê kirin û keda wan tê xwarin, xebateke di bin şert û mercên zor û zahmet de li wan tê ferzkirin. Kedkara demsalî Elîf Bîngîn a ku li konên kedkaran ê biçûl ku li Edenê ye dimîne diyar kir ku li Tirkiyeyê zahmetiyên mezin kedkarên çandiniyê yên demsalî dibînin. DÎMEN HEYE