Nobeta 'Edaletê' di roja 138'an de berdewam e 2021-07-24 11:57:57     RIHA - Berxwedana Emîne û lawê wê Ferît Şenyaşar ku dest bi nobeta 'edaletê' kirin di roja 138'an de berdewa dike.    Emîne Şenyaşar a ku hevjînê wê û du kurên wê di êrîşa parêzvan û xizmên Parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar ji bo edalet bê bicihhanî dest bi çalakiya nobeta 'edaletê' kiribûn. Çalakiya Emîne û Ferît  di roja 138’an de didome.   Malbat ji ber dawiya hefteyê nobeta xwe li mala xwe ya Pirsûsê berdewam dike.   Malbatê li ser tevna dijîtal jî daxuyaniyek da û wiha got: “ Hişmendiya eoîst a dibêje Marê bi min ve nede bila hezar salan bijî! Qet wê yên li pey heqê xwe diçin fam nekE. Li dijî vê bê EDALET’iyê wê tim nobedar hebin. Wê yên biser kevin hebin. #SenyasarAilesiİcinAdalet, herkes için adalet."