'Armanca me ku li her bajarekî meclisek hebe' 2021-07-24 09:02:52     AMED - Meclisa Jinan a HDP'ê ya Amedê ku damezrandina xwe ragihand, got, "Em ê rêxistina xwe bi hêz bikin û bi taybet li dijî êrîşên li ser jinan û bi giştî jî li ser civakê em ê têkoşînê mezin bikin. Em armanc dikin ku li her bajarekî meclisekê ava bikin."   Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê, di 15'ê Tîrmehê de bi dirûşma "Em ji bo Azadiyê xwe bi rêxisin dikin, bi ruhê denîzan ber bi azadiyê ve dimeşin" damezrandina xwe ragihand. Endama Meclisa Jinan a HDP'ê ya Amedê Yasemîn Uçer derbarê damezrandina meclisê, armanc û bernameya wê de nirxandin kir.    'Bi têkoşîna rêxistinkirî em ê bi ser kevin'   Yasemînê diyar kir ku ew ê li hemû bajaran meclisên jinan ava bikin û got, "Em dibînin kuem ku bi rêxistina jin û ciwanan em dikarin rê li ber polîtîkayên êrîşkar ên hikûmetê bigirin.  Em dizanin ku li dijî operasyonên girtinê yên li ser partiya me, binçavkirin û girtinan, fesihkirina Peymana Stenbolê û qirkirina jinan tenê bi rêxistinbûnê dikarin bibin bersîv. Ji xwe HDP bi partîbûna xwe ya jinan nîşan dide ku xwedî têkoşîna jinan a katîf e. Wekî min di serî de jî got ji ber êrîşên ku tên kirin pêdivî bêhtir bi rêxistinbûnê heye."   'Em ê li qadan bin'   Yasemînê diyar kir ku wan piştî qetilkirina Denîz Poyraz a li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê biryar dane ku meclisa xwe ragihînin û rêxistinkirî derkevin qadan. Herwiha Yasemînê diyar kir ku li hemû qadên jiyanê li ser jinan êrîş hene û ji ber vê tevahiya salê li qadan bûne. Yasemînê bahsa têkoşîn û daxwazên xwe yên salekê jî kir û got, "Bi meclisa ku me ava kir re em ê hemû jinan di bin banekî de kom bikin. Em ê rêxistina xwe xurt bikin û bi taybet li dijî êrîşên li ser jinan û bi giştî jî li dijî êrîşên li ser civakê têkoşînê bidin."   'Emê teqez bi ser kevin'   Yasemînê anî ziman ku li dijî tundiya dewlet û mêr pêdivî bi parastina rewa ya jinê heye, tenê ev parastin dikare bibe çareserî û berdewam kir: "Ger ku jin bi hev re bi rêxistin bin wê bikaribin li hemû qadên jiyanê hevjiyana demokratîk pêk bînin. Lê ev jî tenê bi hewldaneke alternatîf û piştevaniyê dikare bê kirin. Em her roj divê bêhtir ji hev hez bikin û li her derê rêxistina xwe bi hêz bikin. Em di serdema herî nêz a hevjiyana azad de ne. Ji vê re jî bi taybetî jin û ciwan pêşkêşvaniyê dikin. Em ê teqez bi ser kevin."