Tora Ziman û Çanda Kurdî: Em ê ziman û çanda xwe biparêzin 2021-07-23 12:23:30     AMED - Tora Ziman û Çanda Kurdî êrîşên nijadperest ku li hemberî kurdan li Tirkiyeyê tên kirin şermezar kirin û got, "Em ê li hemberî van êrîşên nijadperest ên ku rasterast bi piştgiriya AKP-MHPê pêk tên çand û zimanê xwe, nirx û rûmeta xwe biparêzin û bi pêş bixin.   Li Tirkiyeyê êrîşên nijadperest li hemberî kurdan bi dawî nabin. Herî dawî di 20'ê Tîrmehê de li taxa Kavakli ya navçeya Altindag a Enqerê nijadperestan êrîşî malbateke kurd kiribûn. Di 21'ê Tîrmehê de jî li taxa Çariklikoy a navçeya Meram a Konyayê, li gel keyayê taxê 60 kesî êrîşî malbeteke Amedî kiribûn û kesê bi navê Hakîm Dal jiyana xwe ji dest dabû. Tora ZIman û Çanda Kurdî derbarê êrîşên li hemberî kurdan tên kirin de daxuyanî da.    'Pir rengî û pirçandî çareseriya pirsigirêkan e'   Tora Ziman û Çanda Kurdî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku bûyer û qewimînên ku di herikîna dîrokê de rûdane û lêkolînên ku ji aliyê ramanwer û civaknasan ve hatine kirin, nîşan didin ku polîtîkayên pişaftin û înkara çand û zimanan wek sedema sereke ya şerên navbera gel û civakan hatine tespîtkirin û di berdewamiyê de wiha hat gotin, "Ji bo aheng û aştiya nava gel û civakan pir rengî, pirdengî, pirçandî û pirzimanî wek çareseriya pirsgirêkên nava gelan tê qebûlkirin. Ligel van rastiyan jî di sedsala 21emîn de hîn jî  li Tirkiyeyê ciwanên kurd,  karkerên kurd ên ku ji bo debara xwe diçin li bajarên Tirkiyeyê dixebitin, ji ber ku bi kurdî diaxivin nijadperest êrîşî wan dikin."   'Nijadperest ji polîtîkayên dewletê hêzê digirin'   Di daxuyaniyê de kesên ku di dîrokên cuda de êrîş li wan hatin kirin jî hatin bi bîrxistin û ev tişt hat gotin, "Di Kanûna sala  2018'an de, li bajarê Sakaryayê Kadir Sakçi û kurê xwe yê ciwan, ji ber ku di navbera xwe de bi kurdî axivîn, nijadperstan êrîşî wan kir. Kadir Sakçi jiyana xwe ji dest da û kurê wî bi giranî birîndar bû. Di Hezîrana 2020'î de ciwanê kurd Bariş Çakan, ji ber ku muzîka kurdî guhdar kir, li Enqereyê êrîşî wî kirin û bi kêrê hat qetilkirin. Niha jî dîsan li bajarê  Enqereyê û li navçeya Meramê ya bi ser bajarê  Konyayê, malbateke kurd ji ber kurdbûna xwe nijadperest ên ku wêrekî û bingeha xwe ji polîtîkayên dewletê yên înkar û tunehesibandina gelê kurd û zimanê kurdî digirin êrîşî wan kirin. Mixabin di vê êrîşê de jî Hekîm DAL jiyana xwe ji dest da."   'Em helwesta rayedarên dewletê şermezar dikin'   Di berdewamiya daxuyaniyê de helwesta dewletê ya li hemberî van êrîşan hat bibîrxisitn û daxuyanî wiha hat bidawîkirin, "Kiryarên van êrîşên nijadperest ku li hemberî Gelê Kurd û zimanê kurdî pêk tên ji aliyê dadgeh û daraza Tirkiyeyê ve bê ceza dimînin û serbest tên berdan. Em wek Tora Ziman û Çanda Kurdî , bêdengiya rayedarên dewletê ya li hemberî van êrîşên nijadperest ên hovane şermezar dikin. Em ê tu car li hemberî bêrêzî û heqaretên li hemberî zimanê kurdî û van êrîşên nijadperest û hovane bêdeng nemînin. Em ê li hemberî van êrîşên nijadperest ên ku rasterast bi piştgiriya AKP-MHPê pêk tên çand û zimanê xwe, nirx û rûmetên xwe biparêzin, bi pêş bixin."