Li Mexmûrê koma 110’an çalakiya greva birçibunê dewir girt 2021-07-23 11:16:08     MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" li Saziya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin, îro ji aliyê koma 110’an ve hat dewirgirtin.    Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Çalakiya greva birçîbunê ya li Wargeha Mexmûrê îro di roja xwe ya 218’an de berdewam dike û koma 110'an çalakî dewir girt. Merasîma dewrgirtina çalakiyê di destpêkê de bi deqeyek rêzgirtina ji bo têkoşerên azadiyê hat destpêkirin.    ‘Hovitiya li ser Gelê Kurd tê kirin li tu derê cihanê nayê dîtin’   Li ser navê koma 109’ê çalakvan Karker Sanri di serî xêrhatina gel kir û wiha got:” Em hêvî dikin ku koma nu dewir digire wê bibe koma dawî ji bo azadiya Rêber Apo û em hêvî dikin ku em  agahiyek xweş ji Rêber Apo bigirin. Li kuderê dibe bila bibe gelê me ji bo vê pêvajoyê dê bibe bersiv ku heta em agahiyek ji Rêberê xwe digirin. Li tu derên cihanê nayê dîtin ku şerek wisa tê meşandin. Lê li ser serê Gelê Kurd,hovitî tê meşandin û li hember gerîla çekên kimyewî tên bikaranîn. Em hêvî dikin ku ev hovîtî bi dawî bibe û ev sal bibe sala fînalê û bi vê wesileyê em şoreşa Rojavayê Kurdistanê  jî slav dikin û em ji we hemuyan re serkeftinê dixwazin.”   Merasîma dewirgirtina çalakiyê bi dirûşmên "Bijî Rêber Apo", "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.