'Hemû polîtîkayên şer girêdayî sîstema tecrîdê ye' 2021-07-23 09:01:32     Sema Çaglak   AMED - Aktîvîsta TJA'yê Zulfîye Kîşmîr destnîşan kir ku hemû polîtîkayên şer girêdayî polîtîkayê tecrîdê ye û wiha got: "Îro qirkirina jinê, çandî û siyasî tê meşandin. Ev hemû girêdayî sîstema tecrîdê ye. Lewra ji bo çareserkirina pirsgirêkan, şikandina tecrîdê divê ji bo hemû kesan peywira yekser be."   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an ve heta niha li Îmraliyê girtî ye û ji 20’ê Tîrmeha 2011’an heta niha di bin şertên giran ên tecrîdê de tê girtin û bi malbat û parêzeran re nikare hevdîtinê bike. Her wiha girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK'ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020'î de, bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtî ye û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn. Çalakiya ku ji 5 rojan carekê dorveger dihat berdewamkirin, bi minasebeta 39’emîn salvegera çalakiya rojiya mirinê ya mezin a ku di 14’ê Tîrmeha 1982’yan de li dijî hovîtiya li Zindana Amedê hatibû destpêkirin êdî kom bi kom ji 15 rojan carekê dorveger dê bê kirin.   'Hemû polîtîkayên şer girêdayî polîtîkayên tecrîdê ye'   Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Zulfîye Kîşmîr, diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li ser civak, jin û seranserê jiyanê tê sepandin. Zulfîye destnîşan kir ku hemû polîtîkayên dewletê girêdayî tecrîdê ye û wiha axivî: "Tecrîd, ji bo ku jin azadiya xwe bi dest nexin û gel parastina mafên xwe nekin bi her awayî tê sepandin.  Ger ku em tecrîda li ser Birêz Ocalan bigirin dest, hevsengiya sîyaseta navneteweyî û sîyaseta xwecihî ne ji hevdu veqetandîne. Desthilatdariya serdest a mêr ku xwe li seranserê cîhanê dide donandin, bi pêşengiya gelê kurd û jinan li dij tê derketin."   'Li Tirkiyeyê sîyasetek mafyayî heye'   Zulfîye anî ziman ku tecrîd li ser aboriyê jî bandorek mezin pêk tîne û diyar kir ku bi şer li dijî kurdan polîtikayên çewisandinê, tecrîdê li ser civakê mayînde dikin. Zulfîye, got: " Aboriye dewletê di destê desthilatdariya AKP-MHP'ê de ye. Civak di vê pêvajoyê de bi birçîbûnê tê terbiyekirin. Bi vî awayî derfeta pêşketinek li ser aboriyê yan jî li ser mijarek din ji holê radikin. Ew jî bi xwe re sîyasetek mafyayî tîne. Kesên ku li dijî vê dertên jî dixin girtîgehan. Di nav 5 salên dawîn de ew sîyaseta faşîst ne tenê li dijî kurdan di heman demê de li dijî hemû gelên muxalif tê pêkanîn. Civak di hundirê malên xwe de bi sînor dibin. Li ser dizîyên ku dikin tên girtin û bi vî rengî dixwazin emrê desthilatdariya xwe dirêj bikin."   'Jin li dijî şikandina tecrîdê li qadan e'   Zulfîye bal kişand ser têkoşîna jinên kurd a li dijî şikandina tecrîdê û wiha pê de çû:"Jin li dijî tecrîdê li qadan in û têkoşînek mezin dimeşînin. Lê ji aliyê dewletê ve jî ew têkoşîna wan bi zextê hewil didin ku biçewisînin. Tecrîd herî zêde li ser jinan tê meşandin lewra bêguman herî zêde jî jin li dijî tecrîdê têdikoşin. Beriya têkoşîna azadiya kurdan, jin di bin tecrîdek bi hezar salan de bûn. Qala hebûna jinan nedihat kirin. Li gel têkoşîna azadiya kurdan, jin hay jê hebûn û têkoşîna xwe mezin kirin.  Ew jî bi saya paradîgmaya Birêz Ocalan a li ser jinê pêk hat. Bi gotina "Heta ku jin azad nebe civak azad nabe" azadiya jinê bû xala bingehîn.  Jin jî hay ji hêza xwe ya afirandin û jiyînê çêbû. Lê belê îro tê xwestin jina ku bûye xwedî vîn û hêz, dengê wê bê qutkirin. Li ser jinên ku dengê azadiyê derdixin tecrîdek giran pêk tê û wan dixin girtîgehan. Ji ber ku ew jî dizanin heke jin jîr û zana bibe desthilatdariya wan têk diçe."   'Îro jin tên qirkirin'   Zulfîye diyar kir ku qetlîama jinan, tundiya li ser jinê û îstîsmara li dijî zaroken her diçe zêdetir dibe û axaftina xwe wiha domand: "Îro qirkirina jinê, çandî û siyasî tê meşandin. Ev hemû girêdayî sîstema tecrîdê ye. Di pêvajoya rêveberiya xwecihî de temsîliyeta wekhev hebû. Pergala hevserokatiyê hebû. Êdî civak dizane ku bi rêveberiya xwecihî wê çi bikin. Qadên ji bo pêşîlêgirtina tundiya li ser jinê hebû, komeleyên jinan û gelek sazî û dezgehên jinan hebûn. Bi van tiştan li ser jinan hişmendiyeke nû pêk hat. Jin zanî ku li ser sîyaset û polîtîkayê xwedî maf e û dît ku di mekanîzmayên biryarê de cihê wê jî heye. Lê desthilatdar ew tiştê çawa ku ferq kir bi lez û bez qeyûm tayinî kir.  Hişmendiya ku sîstema tecrîdê bi rê ve dibe xespa îradeyê kir û bû vî şiklî li ser destkeftiyan darbeyêk pêk anî."   'Têkoşînek mezin pêwîst e'   Zulfîye di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser çalakiya grevên birçîbûnê ya li dijî tecrîdê û wiha got:"Bi awayekî giran tecrîd li girtiyan tê meşandin. Wekî li girtîgehan pirtûk nayê dayin, şandina nameyan tê astengkirin. Hevdîtina girtiyan tê qedexekirin û gelek binpêkirina mafan pêk tên. Ew tiştên ku min got asta tecrîdê ku hatiye roja îro nîşan dide. Li dijî şikandina tecrîdê gelê kurd helwesteke xurt nîşan dide. Hem li herêmê hem jî li derveyî welêt. Helbet ew gavên girîng in lê divê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û şikandina tecrîdê azadiya birêz Ocalan pêk  were. Lewra têkoşînek mezin pêwîst e."