HDP çû serdana malbata Denîz Poyraz 2021-07-22 14:45:50   ÎZMÎR - Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê, nûnerên HDK'ê yên li Îzmîrê ji bo cejnê çûn serdana malbata Denîz Poyraz. Di serdana daxwaza bidawîkirina komkujiyan hat kirin de malbata Denîzê daxwaza xwe ya aştiyê dîsa anî ziman.    Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê, ji bo Cejna Qurbanê çû serdana malbata Denîz Poyraz a ku di 17'ê Hezîranê de li avahiya HDP'ê ji aliyê êrişkar Onûr Gencer ve hatibû qetilkirin. Parlamentera HDP'ê ya bajar Serpîl Kemalbay û Hevseroka HDP'ê ya Îzmîrê Besriye Tekgur jî di nav de HDP'î ji aliyê dayik û bavê Denîzê, Fehîm û Abdullîlah ve hatin pêşwazîkirin.    Daxwaza aştiyê hat kirin   Parlamenter Serpîl Kemalbay, di serdanê de axivî û ev tişt got: "Komkujî û êriş mirovan naçewisînin. Berovajiyê vê hê bêtir xurt dikin û ber bi piştevanî û têkoşînê ve dibin. Em daxwaz dikin ku cejin bibe wesîleya bidawîbûna komkujiyan, aştî, edalet, xwişk û biratiyê."   Dayik Fehîme Poyraz jî da zanîn ku kesên bi wesîleya cejnê li wan geriyane û serdana wan kirine tunebûna Denîz bi wan nedane hîskirin û spasiya kesên li wan geriyane serdana wan kirine kir.    Bavê Denîzê, Abdullîlah jî xwest ku cejin bibe wesîleya aştiyê û ev tişt got: "Em aştî û xwişk û biratiyê dixwazin. Em dixwazin ku êdî dayik negirîn. Bijî xwişk û biratiya gelan."