Nobeda "Edaletê" di roja 136'an de didome 2021-07-22 12:13:15   RIHA - Emîne û kurê wê Ferît Şenyaşar nobeda "Edaletê" di roja 136'emîn de didomînin.   Emîne Şenyaşar ku hevjîn û 2 kurên wê ji aliyê xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û kurê xwe Ferît Şenyaşar, nobeda xwe ya "Edaletê" ya di 9'ê adarê de dabûn destpêkirin, ji ber betlaneya Cejna Qurbanê di roja 136'emîn de li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomînin.    Malbata Şenyaşar, têkildarî çalakiya xwe li ser hesabê xwe yê medyaya sanal ev peyam parve kir: "Ji çar aliyê Tirkiyeyê qêrîna edaletê bilind dibe. Wê ev daxwaza rojekê teqez bersivê bibîne. Heke daxwaza EDALETÊ dozger û serdestan aciz bike, em bi piştevaniyê vana aciz bikin. HEQ! HIQÛQ! EDALET!"