Cenazeyê zarokê ket Çemê Botanê hat dîtin 2021-07-22 10:21:14   SÊRT - Cenazeyê zarokê 15 salî Huseyîn Baykara yê ji bo hênik bibe, ketibû Çemê Botanê û xeniqîbû, hat dîtin.    Zarokê bi navê Huseyîn Baykara (15) ku ket li Sêrtê Çemê Botanê bi avê re çû û xeniqî. Li gorî agahiyên ku hatin wergirtin; Huseyîn ku li gundê Boşî yê girêdayî navenda Sêrtê jiyaye, ji bo hênikbûnê ketiye ava Çemê Botanê û piştî demekê bi avê re çûye û winda bûye. Li ser agahdarkirina malbatê tîmên tenduristiyê, UMKE, AFAD û cendirme sewqî cihê bûyerê hatin kirin û ji bo dîtina cenazeyê Huseyîn xebat hatin destpêkirin. Duh êvarî piştî xebatê bi demekê cenazeyê Huseyîn hat dîtin. Cenazeyê Huseyîn ji bo otopsiyê rakirin Nexweşaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Sêrtê.