15 baroyan li dijî êrişên nîjadperest daxuyanî dan 2021-07-22 09:30:43   NAVENDA NÛÇEYAN - 15 baroyên herêmê yên li dijî êrişên nîjadperest ên li dijî kurdan ên zêde bûne daxuyaniya hevpar dan û êrişên nîjadperest şermezar kirin diyar kirin tundî û zimanê cudakar bingeha êrişên nîjadperest ava dikin û wiha gotin:"Divê têkildarî êrişan lêpirsîneke berfireh bê kirin."   15 baroyên herêmê li dijî êrişên nîjadperest ku li bajarên cuda li dijî kurdan pêk hatine daxuyaniya hevpar dan. Di daxuyaniyê de hat gotin divê êrişên hatine kirin wekî bûyereke edlî neyê dîtin.    'Divê têkildarî êrişan lêpirsîneke berfireh bê kirin'   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin di heman demê de ji ber hêzên ewlehiyê li dijî êrişan peywira xwe bi cih neynin ev yek jî dibe sedem ku êriş zêde bibin û wiha dewam kir:"Di êrişên heqaret û li dijî bedena mirov de divê di çarçoveya sûcê nefretê de bi sûcên teşebbusa kuştina mirovan, kuştina bi qestî, gefxwarin, zirardayina mal û hwd. lêpirsîn bê kirin. Tundî û zimanê cudakar bingeha êrişên nîjadperest ava dikin. Divê têkildarî êrişan lêpirsîneke berfireh bê kirin."   'Em êrişan şermezar dikin'   Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Di demên dawiyê de siyasetmedar zimanê dibe sedema cudakariya di navbera mirovan de zêde bi kar tînin. Ev yek jî dibe sedema bûyerên ku telafiya wê tune bin. Wekî baroyên li jêr îmzeya wan hene; Em van êrişên nîjadperest ên di serî de mafê jiyanê binpê dikin û dibin sedema binpêkirina mafên mirovan şermezar dikin. Divê dev ji daxuyaniyên li dijî nasname û zimanê kurdî bê berdan. "   Baroyên di daxuyaniyê de îmzeya wan hene wiha ne:   "Baroyên Semsûr, Agirî, Çewlig, Bedlîs, Êlih, Dêrsim, Amed, Colemêrg, Qers, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex, Wanê."